Jinên Minbicê: Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye 2019-01-26 11:02:00   Sîlva Birahîm   MINBIC-Derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven de jinên Minbicê hestên xwe wiha anîn ziman:"Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye. Divê demildest tecrîd bi dawî bibe."   Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 80'an. Têkildarî mijarê de jinên Minbicê gotin:"Leyla Guven a ku ji bo aştî û azadiyê dest bi greva birçîbûnê kiriye rûmeta me ye. Divê hemû cîhan li vê rûmetê xwedî derkeve."   'Divê cîhan dawiyê li bêdengiya xwe bîne'    Endama Meclîsa Jinê ya Gundewarên Minbicê Hêvî Mihemed wiha got:"Leyla Guven ji bo azadiya Abdullah Ocalan û hemû gelan dest bi greva birçîbûnê kir. Azadiya Abdullah Ocalan azadiya hemû jinên cîhanê ye. Divê cîhan dawiyê li bêdengiya xwe bîne. Heta ku tecrîd bi dawî nebe em dev ji  têkoşîna xwe bernadin."   'Leylayê rûmeta me jinan e'   Endama Desteya Civakî Ebîr Muhemed wiha got:"Tecrîda li ser Abdullah Ocalan ne hiqûqî ye. Divê dawî li vê bêhiqûqiyê bê. Em piştigriyê didin çalakiya Leyla Guven û em dibêjin Leylayê rûmeta me jinan e. Leylayê xeta jinên leheng ên wekî Sakîne, Arîn, Barîn, Bêrîtan, Avesta dişopîne. Em ê jî heta dawiyê doz û têkoşîna lehengên jinên Kurd bişopînin."   'Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye'   Hevseroka Desteya Çand û Hunerê Duhe Elşileşî jî wiha got:"Em ê heta dawî piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven a ku ji bo azadiya hemû jinan li berxwe dide. Leylayê mînaka destanek bêhempa ye. Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye. Divê demildest tecrîd bi dawî bibe. Leyla Guven a ku ji bo aştî û azadiyê dest bi greva birçîbûnê kiriye rûmeta me ye. Divê hemû cîhan li vê rûmetê xwedî derkeve."