2 girtiyên li Girtîgeha Çankiriyê dest bi greva birçîbûnê kirin 2019-01-26 10:45:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiyên grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê li Tirkiyeyê û li hemû girtîgehan her ku diçe belav dibe. Do girtiyên bi navê Aziz Baday û Ersin Sonmez ên li Girtîgeha Girtî ya Tipa E ya Çankiriyê li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kirin.    Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 80'an. Çalakiyên grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê li Tirkiyeyê û li hemû girtîgehan her ku diçe belav dibe. Do girtiyên bi navê Aziz Baday û Ersin Sonmez ên li Girtîgeha Girtî ya Tipa E ya Çankiriyê li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kirin.