‘Li girtîgehan pêkanîn veguherîne îşkenceyê’ 2019-01-26 09:13:18   STENBOL - Hevseroka MAHUTAY-DER Pinar Ceylan diyar kir ku bi çalakiya grevên birçîbûnê re li girtîgehan binpêkirina mafan jî zêde bûye û wiha got: “Bi taybet ev du hefte ye agahiyên binpêkirinên mafan, pêkanînên veguherîne îşkenceyê tên. Li hinek girtîgehan girtî kirine hucreyan û li hinekan jî agahî tê ku girtiyên di grevê de tên derbkirin.”   Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven di roja 80’ê de ye û rewşa wê her diçe giran dibe. Her wiha bi armanca piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven li gelek girtîgehan ji 200’î zêdetir girtî ketin grevê.   Hevseroka Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re a Marmarayê (MAHUTAY-DER) Pinar Ceyhan der barê rewşa dawî ya girtîgehan de axivî.   ‘Pêşengiyê dikin’   Pinarê destnîşan kir ku li girtîgehan ev çalakî veguheriye serhildan û berxwedanê û ev tişt bi lêv kir: “Daxwaza Leyla Guven û girtiyan ev e ku tecrîd rabe. Ji roja 40’emîn a grevê şûnde pirsgirêkên tenduristiyê rû dan. Çalakiya Leylayê di roja 80’ê de ye. Rewşa wê her diçe giran dibe.”   ‘Binpêkirina mafan zêde bû’   Pinarê bi lêv kir ku kapasîteya girtîgehan pir zêde bûye û di hucreyê 2-3 kesî de 6-7 kes dimînin û wiha got: “Şertên girtîgehê pir giran in. Dîsa girêdayî vê li girtîgehan grevên birçîbûnê hatin destpêkirin. Ji ber van daxwazên demokratîk ev du hefte ye binpêkirina mafan û îşkenceya fîzîkî jî tê dîtin. Agahiyên bi vî rengî tên ber destê me. Li hinek girtîgehan girtiyan tazî dibin hucreyan. Li hinek girtîgehan girtî rastî derbkirinê tên. Nameyên wan nayên şandin. Têkiliya girtiyan bi derve re qut dikin. Ji nû ve tecrîdek tê meşandin. Rewşa girtiyên di grevê de xerab dibe. Girtiyên koma ewil ên di 16’ê Kanûnê de dest bi grevê kirin ketin roja 42’emîn. Pirsgirêk êdî rû didin.”   ‘Li Îmraliyê di nav tecrîdê de tecrîd pêk tê’   Pinarê bi lêv kir ku li ser bertekan Mehmet Ocalan li Îmraliyê bi birayê wî Abdullah Ocalan re anîn cem hev û got: “Bi vê hevdîtinê xwestin pêşî li berxwedanê bigirin. Lê ji ber girtî vê dizanin berxwedana xwe berdewam dikin. Birêz Ocalan ji xwe di girevê de di tecrîdê de ye. Di nav tecrîdê de tecrîdê pêk tînin. Moralê girtiyan pir bilind e. Daxwaz û pêşniyara wan heye ku li derve xwedî li berxwedana wan bê derketin. Em jî wê li derve xebatên xwe bimeşînin. Daxwazên wan demokratîk û aştiyane ne.Ev têkoşîn bi ser keve wê ji bo fêdeya hemû civakê be.”