ROJEVA 26'Ê ÇILEYÊ 2019'AN 2019-01-26 09:00:00   *Şoreş Gelo li Şehbayê bi çêkirina kefiyan hem çanda xwe didomîne hem jî debara xwe dike. Şoreşê derbarê çêkirina kefiyan de wiha dibêje:"Ez gelekî ji karê xemilandina kefiyan hez dikim. Ev çandek kevnar e û ez hewl didim ku li vê çandê xwedî derkevim."DÎMEN HEYE   *Derbarê salvegera serîhildana Kobanê de jinên Kobanê diyar kirin serîhildanên gelê Kurd her dem di dîrokê de bi tîpê zêrîn hatine nivîsandin û wiha gotin:"Bi serîhildana Kobanê agirê azadiyê geş bû." DÎMEN HEYE   *Li aliyekî tevgera li ser sînorê Nisêbîn - Qamişloyê berdewam dike, li  aliyê din jî li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin girtin hat îdakirin ku 5 taxên nêzî xeta sînor wê bên valakirin û piştî qedexeyê li TOKÎ'yên ku li Nisêbînê hatine çêkirin jî wê leşker bên bicihkirin.    *Parlamenterên HDP’ê ji bo mîtînga ku wê di 3’ê Sibatê de li Bakirkoyê ji bo balê bikşînin ser grevên birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven hatiye destpêkirin, bang kirin û gotin: “Em bi dengekî xurt, hêz û piştgiriyê bidin hev, dengê Leyla Guven û girtiyan li her derê bidin bihîstin.”DÎMEN HEYE   *Namzeta Hevşaredariya Bêgiriyê ya Wanê ya HDP’ê Leyla Balkan xwe û projeyên xwe vegot. Leyla ku futbola wek ‘spora mêran’ tê nîşandan, bi profesyonelî dilîze wiha dibêje: "Îradeya me neqedyaye. Têkoşîn didome. Divê her tim Leyla di têkoşînan de cihên xwe bigirin. Ji ber vê ez bûm namzet."DÎMEN HEYE   *Hevseroka MAHUTAY-DER Pinar Ceylan diyar kir ku bi çalakiya grevên birçîbûnê re li girtîgehan binpêkirina mafan jî zêde bûye û wiha got: “Bi taybet ev du hefte ye agahiyên binpêkirinên mafan, pêkanînên veguherîne îşkenceyê tên. Li hinek girtîgehan girtî kirine hucreyan û li hinekan jî agahî tê ku girtiyên di grevê de tên derbkirin.”DÎMEN HEYE