Dayikên Aştiyê ji Wezareta Dadê randevû xwestin 2019-01-25 15:54:12   STENBOL - Meclisa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, ji bo daxwazên girtiya bên bicihanîn ji Wezareta Dadê daxwaza hevdîtinê kir.   Meclisa Dayikên Aştiyê ya  Stenbolê , ji bo daxwazên Hevseroka  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (DHP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li Îmraliyê 79 roj in greva birçîbûnê daye destpêkirin û yên gitiyan bên qebûlkirin ji Postexaneya Beyogluyê ji bo Wezareta Dadê name şand.  Li gel dorpêça polîsan ji Meclisa Dayikên Aştiyê Behiye Duman derbarê çalakiya ku pêk anîn de daxuyanî da.   Behiye di axaftina xwe de diyar kir ku girtiyan li girtîgehan ji bo tecrîda li ser Abdullah Oclan bê rakirin greva birçîbûnê dane destpêkirin û wiha berdewam kir: "Em ê ji bo ku daxwazên Leyla Guven û yên girtiyan bên bicihanîn ji Wezareta Dadê re name rê bikin."   Dayikan piştî ku daxuyanî dan belav bûn.