Evîn Cûma: Leyla Guven çavkaniya têkoşîna azadiyê ye 2019-01-25 09:22:48   Şêrîn Zêrevan-Diyana Mihemed   QAMIŞLO - Hevseroka Rêxistina Mafê Mirovan a Rojavayê Kurdistanê Evîn Cûma derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven de nirxandin kir. Evînê da zanîn ku Çalakiya Leyla Guven ji bo tevahî jinan hêz e û got:" Heta ku daxwazên Leylayê bê cih dê çalakî bi dawî nebe. Leyla Guven çavkaniya têkoşîna azadiyê ye."   Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kiribû. Derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven de Hevseroka Rêxistina Mafê Mirovan a Rojavayê Kurdistanê Evîn Cûma axivî û got:"Hêz û îradeya Leyla Guven ji bo hemû cîhanê dibe mînak. Leylayê ji bo aştiyê, azadiyê û aramiyê bedena xwe da ber birçîbûnê. Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin Leylayê."   'Leylayê jineke bi îrade ye'   Evînê berxwedana Leyla Guven silav kir û got:"Em wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştevaniya Çalakiya Leylayê dikin. Di vê demê de bijîşkên ku rewşa Leyla dişopînin dibêjin rewşa wê ya tendrûstiyê ne baş e. Leylayê jineke bi îrade ye. Ew hêzê dide me. Dewleta tirk a ku ji demokrasiyê dûr divê guh bidin Leylayê. Li hemû derê çalakiyên ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven tên lidarxistin. Divê rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî jî piştigiriyê bidin û bêdeng nemînin."   'Leyla Guven çavkaniya têkoşîna azadiyê ye'   Evînê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Heta ku daxwazên Leylayê bê cih dê çalakî bi dawî nebe. Leyla Guven çavkaniya têkoşîna azadiyê ye. Hêz û îradeya Leyla Guven ji bo hemû cîhanê dibe mînak. Leylayê ji bo aştiyê, azadiyê û aramiyê bedena xwe da ber birçîbûnê. Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin Leylayê."