Kongreya Star: Leyla Guven çavkaniya azadiyê ye 2019-01-24 17:52:50   HESEKÊ- Îro Endam û Rêveberiyên Kongreya Star bi daxuyaniyekê çalakiya Parlemantera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven silav kirin û gotin:"Leyla Guven çavkaniya azadiyê ye."   Îro Endam û Rêveberiyên Kongreya Star li Navenda xwe kom bûn û bi daxuyaniyekê Berxwedana Leyla Guven a ku ev 78 roj in ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bie di greva birçîbûnê de ye,  silav kirin. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Kongreta Star Xedîca Asim ve hat xwendin.    Daxuaynî wiha bû:   "Ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe Leyla Guven ev 78 roj in di greva birçîbûnê de ye. Berxwedana Leylayê ya di zindanê de hêza me zêdetir dike. Leyla Guven ji bo hemû jinan çavkaniya îrade û hêzê ye. Rêber Ocalan ji bo jinên têkoşer û leheng bûye feyz.  Em bang li tevahî rêxistinên mafên mirovan en navneteweyî dikin ku hember kiryarên Trikiyeyê bêdengiya xwe bişkînin û helwesteke cidî nîşan bidin."   Daxuaynî bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.