Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê cara 784'an serlêdan kirin 2019-01-24 12:43:42   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca bi Abudllah Ocalan re hevdîtinê bikin, cara 784’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Faîk Ozgur Erol, Rêzan Sarica û Mazlum Dinç, bi armanca li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin bikin, cara 784’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzeran herî dawî roja sêşemê cara 783’emîn seri li Serdozgeriya Komarê dabûn. Serdozgerê Komarê yê Bursayê dîsa red kiribû. Serdozger bi hinceta qanûna Ewlehiyê û Ceza ya Hêjmar 5275'an serlêdan red kir.    Parêzerên Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha her tim, bi hinceta “muxalefeta hewayê heye", “Koster xerabe ye", “Koster di tamirê de ye", “OHAL heye" û "Xala 5275'an a Tedbîrên ewlehiyê û ceza serlêdana parêzeran red dike.