Li Mexmûrê Fadîle Tok dest bi greva bê dem û ne dorveger kir 2019-01-24 12:14:00   MEXMÛR - Li Wargeha Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) çalakiya greva birçibuyina a ku ji bo şikandina tecrîta girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di pêşengiya Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven de hat destpêkirin di roja 38’an de ji aliyê  koma 14’ emîn ve hat dewergitin. Hat ragihandin ku Endama Meclisa Îştar Fadîle Tok jî berî bi 4 rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger kiriye.    Çalakiya greva birçibuyin ku di pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di 8'ê Mijdarê de hat destpêkirin li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) jî bi armanca piştevaniyê û li dijî tecrîdê hatibû destpêkirin. Çalakiya ku li wargehê hatibû destpêkirin di roja 38'emîn de ji aliyê koma 14'emîn ve hat dewrgitin. Li gel çalakiya dorveger ku berdewam dike hat diyarkirin ku Endama Meclisa Îştar Fadîle tok jî berî bi 4 rojan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger kiriye.     Beriya dewergitina çalakiyê ji bo pakrewanên azadiyê deqeyek rêz hat girtin.  Li ser navê koma 13’an ya çalakvanên gireva birçîbûnê  Mistefa Ergen axivî û  wiha got:"Asta tekoşînê hatiye asta fînalê.  Ji ber wê yekê heta ku tecrîta girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan raneb û em li Kurdistaneke azad nejîn em ê çalakiyên xwe bidomînin. Em ê dirûşmên xwe yên  'Emê Tecrîtê bişkinin, faşizmê hilweşinin, Kurdistanê azad bikin’ li her deverê bilind bikin."   Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê  Serok Jiyan Nabe" , "Bijî berxwedana zindanan’" bi dawî bû.