'Bi hêza Jinên Efrînê wê pergala dagirkeriyê hilweşe' 2019-01-24 10:32:09   Ferîde Zada   ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê de wiha gotin:"Bi hêza Jinên Efrînê wê pergala dagirkeriyê hilweşe."   Jinên Efrînê yên ku li Şehbayê bi  cih bûne û li dijî êrîşên dewleta tirk her di nava çalakiya de ne wiha gotin:"Em dev ji çalakiyên xwe bernadin. Em ê ji bo rizgariya Efrînê her di nava hewldanê de bin."   Gulê Heco wiha got:"Li dijî êrîşên dewleta tirk gelê Efrînê li berxwe dan. Li Efrînê gelê Kurd berxwedanek dîrokî kirin. Niha êrîş û gefên dewleta tirk didome lê ew ê negihêje meqseda xwe."   Zeyînebe Memo ya ji navçeya Şerayê wiha dibêje:"Li hemberî êrîşên dewleta Tirk û kiryarên wê berxwedanekî bê hempa hat meşandin. Berxwedanek dîrokî gelê Efrînê kir. Bi sedan zarokên Efrînê bê dê û bav man. Bi hezaran şehîdên me darên zeytunê bi xwîna xwe av dan. Îro gelê Efrînê li Şehbyê jiyaneke nû afrandin, zindan kirin cihê fêrbûn bi çanda xwe mezin dibin, ji bo vegerin Efrîna xwe li berxwe didin."   Her wiha dayîka Berxwedêr Rengîn Semîra Memo wiha got:"Şehîdên me axa xwe bi xwîna xwe av dan. Em her bi wan ser bilind in. Em ê li têkoşîna wan xwedî derkevin."   Dunya Kaso wiha got:"Em tu carî dev ji berxwedana xwe bernadin. Heta em bi ser bikevin em ê têbikoşin. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê ji bo rûmeta xwe û axa xwe têbikoşin."   Cîhan Bîlal  axivî û got"Gelê Efrînê bi têkoşîna xwe destan nivîsand. Em ê her li ser fikrên azad ên Rêber Apo xwe perwerde bikin û li dijî dagirkeran berxwedana xwe bidomînin."