Komxebata MSD'ê ya ji bo Efrînê bi dawî bû 2019-01-24 10:18:51   QAMIŞLO - Bi dirûşma "Efrîn navenda welat e û nasnameya kesayetî ye" komxebata ji bo Efrînê ji aliyê MSD'ê dest pê kiribû. Komxebat bi avakirina maseya sêyemîn û nîqaşên derbarê êrîşên dewleta tirk a li ser Efrînê bi dawî bû.    Bi dirûşma "Efrîn navenda welat e û nasnameya kesayetî ye" komxebata ji bo Efrînê ji aliyê MSD'ê dest pê kiribû. Komxebat bi avakirina maseya sêyemîn û nîqaşên derbarê êrîşên dewleta tirk a li ser Efrînê bi dawî bû. Desteya Niştîmanî Erebî, Endamên Rêveberiya Mala Ezidî, Jîneolojî, Endamên MSD'ê, Rêveberiya Jin a Reqayê, Berdevka Rêxistina Şar, Meclîsa Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Nûnerên Mala Jinê yên Suryanî, Partiya Sûriyeya Pêşerojê û gelek jin beşdarî komxebatê bûn.    Piştî niqaş kirina maseya yekmîn û duymîn, Maseya Sêyemîn ji aliyê Lîna Berkat hat avakirin, li ser binpêkirnên dewleta Tirk û zagonên mafê mirovan ser Efrînê nîqaş hatin kirin. Hat gotin ku Efrîn herêmeke herî bi ewle bû û gelek koçber himbêz kiribû. Her wiha komkujî, wêrankirin, talankirina ku ser gelê sivîl de hatibû kirin hat nîqaşkirin. Piştî xwndina maseya sêyemîn, nîqaş dest pê kirin.   Komxebat bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Efrînê", "Bijî berxwedana jina "zad" bi dawî bû.