Kîbriye Evren: Di girtîgehan de demek nû ya dîrokî tê jiyîn 2019-01-24 09:06:44   AMED - Rojnameger Kîbriye Evren ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ev 40 roj in di greva birçîbûnê de ye wiha got: “Di girtîgehan de demek nû ya dîrokî tê jiyîn. Dem ji bo me hemûyan e. Ji bo hemû civakê ye. Em ê hemû bibînin ku ev dem çawa dê bimeşe. Lê ya girîng ev e ku em mîrateya polîtîk ji bo pêşerojê çawa dihêlin û çiqas li gorî rûmeta mirovahiyê ye.”   Rojnameger Kîbriye Evren ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtiye bi armanca balê bikşîne ser tecrîdê û piştgiriyê bide çalakiya Leyla Guven di 16’ê Kanûna 2018’an de ket greva birçîbûnê û di roja 40’emîn de berdewam dike. Kîbriyeyê sedema destpêkirina greva xwe û derbarê tecrîdê de nirxandin kir û diyar kir ku ew wek rojnameger, parêzevana mafê mirovan û aktîvîstekê ketiye nava çalakiyê. Kîbriyeyê daxuyakirin ku bedena Leylayê êdî avê jî qebûl nake.   Kîbriyeyê di nameya ku şand de ev tişt anî ziman: "Rewşa Leylayê giran bûye. Bi tena serê xwe nikare bimeşe û nikare tiştên avî bigire. Bi hinceta butçe tune vîtamîna B1 nadin. Ji ber vê roj bi roj bedena wê kîlo dide. Lê me bi zanebûna barê giran a vê çalakiyê dest pê kir. Biryarbûna me bi mezinbûnê didome. Divê tecrîd rabe, hevdîtina parêzer û malbatê bi Birêz Ocalan re pêk bê. Ev mafekî gerdunî ye."   ‘Ez berpirsyariya xwe bi bedena xwe pêk tînim’   Kîbriyeyê wiha domand:"Ez wek rojnamegerekê li derve bûma min ê bi pênûsa xwe, bi pîşeya xwe berpirsyariya xwe bianiya cih. Lê ez wek rojnamegereke ku niha di girtîgehê de me berpirsyariya xwe bi bedena xwe pêk tînim. Me daxwazên xwe yên mafdar bi greva birçîbûnê daniye holê. Bi Birêz Ocalan re di 2016’an de hevdîtin hat kirin, lê ji bendewariyên civakê dur bûn û ji ber qels ma, kûr bû heta îro hat. Di rojên borî de hevdîtinek kurt bi birayê wî re dîsa pêk hat, nêzîkatiyek ji çareseriyê dûr hat nîşandan. Weke ku cidiyeta mijarê nizanin nêz dibin û pirsgirêk kûr dibin. Ev nêzîkatî gelek xeter e. Lingê herî girîng yê polîtîkayên qirkirinê ne."   ‘Luksa dewletê ya rehetbûnê tune ye’   Kîbriyeyê got:"Dewleta Tirk bi pêkanîna tecrîdê bi awayekî zelal sûc dike û bi hebûna xwe bi maşîna sûc a piralî dimeşîne.Ev pêkanîn li dijî peymanên navnetneweyî, mafê mirovan e. Ligel vê di pîvana hiqûqa gerdunî de jî wek sûc hatiye diyarkirin. Civak vê dizane û li pey daxwazek aştiya mayînde û bi rûmet e. Ji ber her kesî bedelên giran dan. Divê bendewariya civakê li ber çavan bê girtin û pêngav bên avêtin."   'Di girtîgehan de demek nû tê jiyîn'   Kîbriyeyê herî dawî wiha got:"Tecrîda li ser Birêz Ocalan pisgirêkek gerdûnî ye. Cîhan vê tecrîd û çalakiya em dimeşînin dibînin. Dema rewş wisa be, helwesta dewletê ya ji nedîtîve tê, bi tu awayî nayê qebûlkirin.Encama vê çalakiyê ji bo me dikare rê li ber encamên ku nikare lê vegere vebike. Leyla Guven îradeya bi mîlyonan e. Em bi biryarbûna xwe ber bi pêvajoya ku vegera wê tune ye dema xwe bi kar tînin. Ev dem ji bo me gelek bi nirx e. Di girtîgehan de demek nû tê jiyîn. Dem ji bo me hemûyan ji hemû civakê pêk tê. Em ê bibînin ku ev dema dîrokê çawa derbas dibe. Lê ya girîng ev e ku em mîrateya polîtîk ji bo pêşerojê çawa dihêlin û çiqas li gorî rûmeta mirovahiyê ye.”