'Dê berxwedana gel pergala Îmraliyê hilweşîne' 2019-01-24 09:03:25   Ronîda hacî    HESEKÊ - Hevseroka Akademiya Lêkolînê ya Girêdayî Zanîngeha Rojava Evîn Ehmed derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de axivî û got:"Tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser mirovahiyê ye."   Hevseroka Akademiya Lêkolînê ya Girêdayî Zanîngeha Rojava Evîn Ehmed derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de axivî û got:"Fikir û ramanên Rêber Apo rêya azadî û aştiyê şanî civakê dide. Divê cîhan bi fikrên ku rêya azadiyê û aştiyê şanî civakê dide bê birêvebirin."   'Dagirkirina Efrînê jî berdewamiya komployê ye'   Evînê wiha got:"Yên ku tecrîda giran li ser Rêber Apo pêk tînin û bûn sedema komploya navneteweyî, nexwestin fikrên azad ên Rêber Apo belav bibe û aştî pêk were. Lê bi îradeya azad a gelê Kurd komplo vala derket. Planên dagirkirin û qirkirinê yên dewleta tirk berdewamiya komployê ye. Dagirkirina Efrînê jî berdewamiya komployê ye. Lê gelê Kurd her dem li dijî plan û projeyên qirêj ên dagirkeran sekiniye û ew ê bisekine."   'Dê berxwedana gel pergala Îmraliyê hilweşîne'   Evînê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven a ji bo tecrîda li ser Rêber Apo rabe, hat destpêkirin û didome slav dikin. Tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser mirovahiyê ye. Fikir û ramanên Rêber Apo rêya azadî û aştiyê şanî civakê dide. Divê cîhan bi fikrên ku rêya azadiyê û aştiyê şanî civakê dide bê birêvebirin.Ez bangê li hemû gelên azadîxwaz dikim ku deng bidin Leyla û li daxwaza Leylayê xwedî derkevin."