ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2019'AN 2019-01-24 09:00:00   *Çalakiya greva birîbûnê ya ku li girtîgehan di pêşengiya Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven de li dijî tecrîda li Îmraliyê hatiye destpêkirin berdewam dike. Ji van girtîgehên ku grev li wan tê kirin yek jê jî Girtîgeha Osmaniyeyê ye. Girtiyên li Girtîgeha Osmaniyeyê diyar kirin ji ber di greva birçîbûnê de ne zextên li ser wan roj bi roj zêdetir dibin û xwestin ku heyet xweser ya di nav de bijîşk jî hebin biçe li vê girtîgehê lêkolînê bike. BI DÎMEN   *Endama Rêveberiya PYD'ê Xewla Ziyab derbarê amadekariyên ji bo lidarxistina kongreya PYD'ê û rola PYD'ê ya di nava civakê de axivî û got:"Rol û misyona PYD'ê ya ji bo civakê gelek girîng e. PYD xeta wekhevî û azadiyê ye."BI DÎMEN   *Hevseroka Akademiya Lêkolînê ya Girêdayî Zanîngeha Rojava Evîn Ehmed derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de axivî û got:"Tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser mirovahiyê ye."BI DÎMEN   *Namzeta HDP’ê  ya Geverê  Remziye Yaşar ji ber polîtikayên qirkirin, koçberkirin û cerdevaniyê bi malbata xwe re berî bi salan ji Geverê koç dikin û li Colemêrgê bi cih dibin. Ya ku  Remziyeyê diyar kir ku  şaredariyê ku hatine desteserkirin ew ê bi vîna gel ji qeyyûman bistînin û got ku 31’ê Adarê bi pêşengiya jinan dê vîna gel serbikeve. BI DÎMEN   *Rojnameger Kîbriye Evren ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ev 39 roj in di greva birçîbûnê de ye wiha got: “Di girtîgehan de demek nû ya dîrokî tê jiyîn. Dem ji bo me hemûyan e. Ji bo hemû civakê ye. Em ê hemû bibînin ku ev dem çawa dê bimeşe. Lê ya girîng ev e ku em mîrateya polîtîk ji bo pêşerojê çawa dihêlin û çiqas li gorî rûmeta mirovahiyê ye.”   *Vîrgîna Woolf ku dengê jinê di wêneya cîhanê de nexşand, yek ji kesên pêşeng a wêjeya modern e. Ligel rexnegirî, femînîst û rojnamegeriya xwe, di wêjeyê de cihê jinê xurt kir. Vîrgînîa 197 sal berê di 25’ê Çileyê 1882’an de hat dinê.   *Gulîstan Kiliç Koçyîgît ku ji nû ve hevberdevka HDK’ê hat hilbijartin diyar kir ku rojeva wan a herî sereke têkoşîna li dijî faşîzmê ye û got di dema nû de ji bo daxwazên girtiyên di grevê de zêdetir bê dîtin wê bi pêşengiya HDK’ê înstiyatîf bê avakirin û got: “Kapîtalîzm ji bo krîz û kaosê derbas bikin civak kirine bin lepê qirkirinê. Di vê pêvajoya ku her tişt zelal dibe, divê kes li navînê (araf) nemîne û fêdeya wê ji tu kesî re tune ye.” BI DÎMEN   *Ji hilbijartinên herêmî re demek kurt ma û nelêrêtiyên cuda dertên holê. Li Şirnexê îtîrazî bi hezaran hilbijêrî hat kirin û derket holê ku li bajaroka Gundikê Melê li ‘mêvanxaneya tune ye’ 530 hilbijêr hatine nîşandan û îtîraza ji bo vê hatibû kirin jî ji aliyê lijneya Hilbijartinê a navçeyê ve hat redkirin.