HDP'ê bi daxuyaniyekê bang li îktîdarê kir ku tecrîdê bi dawî bike 2019-01-23 12:36:30   MÊRDÎN - Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê, ji bo tecrîda ku ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye girankirin bê rakirin û grevên birçîbûnê yên ku di girtîgehan de hatine destpêkirin daxûyanî da. HDP'ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rewşa gitiyan û wiha got:" Li grtîgehan her ku diçe rewş a tendirustiyê ya girtiyên di grevê de giran dibe. Daxwaza Leyla Guven û girtiyan daxwazek di cih de ye û di heman demê de daxwaza me ye jî. Em demildest dixwazin ku tecrîd bê rakirin.”   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê, derbarê  tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye girankirin û greva birçîbûnê ya ku di girtîgehan de hatiye destpêkirin li ber GirtîgehaTîpa E’ya Mêrdînê daxûyanî da. Parlementerê HDP’ê yê Mêrdînê Tuma Çelîk, Parlementera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, endam û rêvebirên HDP û DBP’ê yên navend û navçeya  û malbatên girtiyan tevlî daxûyaniyê bûn. Dema daxuyanî dihat dayîn de girsya tevli daxuyaniyê bû  bi maşîneyên zirxî û bi polîsan hat dorpêçkirin.   Di destpêka daxuyaniyê de  Parlementerê HDP’ê ya Mêrdînê Tuma Çelîk axivî û anî ziman ku li gelek girtîgehan li dijî tecrîda girankirî greva birçîbûnê  ya bêdem û bêdorveger hatiye destpêkirin û li Girtîgeha Mêrdînê jî yek jê jin 8 girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiriye. Tuma, di berdewama axaftina xwe de got ku malbatên bi zarokên xwe re hevdîtin kirine diyar kirin ku rewşa wan baş e û wiha got: “Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ev 77 rojin di greva birçûbûnê de ye. Ev jî nîşan dide ku li Tirkiyeyê bêhiqûqî di çi astê de ye. Em vê rewşê şermezar dikin. Em dixwazin ku demildest ev tecrîd bê rakirin û bersivekê bidin van grevên birçîbûnê. Rakirina tecrîdê dê rakirina bêhiquqiyê be.”   ‘Daxwaz bi tenê yek e, ew jî rakirina tecrîdê ye’   Piştre Parlementera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel jî bi lêv kir ku greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku li girtîgehan hatiye destpêkrin roj bi roj belav dibe û wiha dirêj da axaftina xwe: “Niha nêzî 300 hevalên me di girava birçîbûnê de ne. Hevala me Leyla Guven ev 77 rojin di greva birçîbûnê de ye û rewşa wê roj bi roj giran dibe. Em  ber bi pêvajoyeke giran ve diçin. Daxwaz bi tenê yek e û ew jî rakirina tecrîdê ye. Daxwaza hevalan çi dibe daxwaza me jî ew e. Em û gelê xwe dixwazin ku ev tecrîd bê rakirin."     Piştî axaftinan daxûyanî bi çepik û bi dirûşman bi dawî.