Piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê yên li Şengalê didome 2019-01-23 12:33:32   Nesrin Hisen/Viyan Said   ŞENGAL - Piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo Leyla Guven ev 18 roj in li Şengalê didome. Xebatkara Nexweşxaneya Xanesorê Henan Heci ya ku beşdarî çalakiya greva birçîbûnê bûye got:"Heta tecrîd bi dawî bibe em ê çalakiya xwe bidomînin."   Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 77'an. Piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo Leyla Guven ev 18 roj in li Şengalê didome. Xebatkara Nexweşxaneya Xanesorê Henan Heci ya ku beşdarî çalakiya greva birçîbûnê bûye got:"Leyla Guven û Serok Apo îradeya bi milyonan gelê Kurd e. Em ê xwedî li îradeya xwe derkevin."   Henanê wiha got:"Em tecrîda li ser Rêber Apo tê meşandin şermezar dikin. Heta tecrîd bi dawî bibe em ê çalakiya xwe bidomînin. Leyla Guven û Serok Apo îradeya bi milyonan gelê Kurd e. Em ê xwedî li îradeya xwe derkevin."