HDP'yiyên ku hatin binçavkirin serbest hatin berdan 2019-01-23 10:05:05   AMED - HDP'yiyên ku ji bo balê bikşînin ser çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven, parkart bi avahiyê darde kiribûn û hatinbûn binçavkirin serbest hatin berdan.    Rêxistina HDP'ê ya Yenişehira Amedê ji bo balê bikşîne ser çalakiya greva birçîbûnê li avahiya xwe pankartqa "Em li zindanan serîhildanê mezin bikin" daliqandibûn. Rêvebirên HDP'ê yên Navçeya Yenişehirê yên ku hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.    Hat hînbûn ku Hevserokê HDP'ê yê Yenişehrî Vahap Gunaydin û Rêvebira HDP'ê ya Navçeyê Arzu Candan piştî îfadeya emniyetê serbest hatin berdan.    Her wiha Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Yenişehirê Demet Ozkan jî piştî îfadeya emniyetê serbest hat berdan.