Jinên Efrînê: Azadiya Rêber Apo azadiya me ye 2019-01-23 09:37:21   Tolîn Mihemed   ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de wiha gotin:"Felsefeya Rêber Apo rêya azadiyê û wekheviyê ye. Divê tecrîda giran bi dawî bibe."   Jinên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de wiha gotin:"Em bê Rêberê xwe nikarin bijîn. Azadiya Rêber Apo azadiya me ye. Divê demildest tecrîda giran bi dawî bibe."   'Rêberê me rêya jiyana azad nîşanî me da'   Zelox Hesen diyar kir ku felsefeya Abdullah Ocalan jiyanek nû ava kir û wiha got:"Fikir û felsefeya Rêber Apo bandor li ser jiyana hemû jinan kir. Rêberê me rêya jiyana azad nîşanî me da. Bi saya felsefeya Rêberê me îro bi hezaran jin di her qadê de çalak in. Mafên xwe bi dest xistine. Divê Rêberekî wiha ku îradeya azad temsîl dike azad be."    'Heta ku tecrîd bi dawî bibe em ê bixebitin'   Rozelîn Heqî jî axivî û got:"Gelek jin bi saya fikrên Rêber Apo ji zext, zordestî û ji zilmê rizgar bûn. Felsefeya Rêberê me li ser esasên wekhevî, aştî û azadiyê ye. Fikrên Rêberê me yên azad ji bo tevahî gelan bû nîşaneya pêşketinê. Em ê têkoşîna ji bo Rêberê xwe bidomînin. Heta ku tecrîd bi dawî bibe em ê bixebitin.Felsefeya Rêber Apo rêya azadiyê û wekheviyê ye. Divê tecrîda giran bi dawî bibe.Em bê Rêberê xwe nikarin bijîn. Azadiya Rêber Apo azadiya me ye. Divê demildest tecrîda giran bi dawî bibe."