‘Dijhiqûqî pirsgirêka hemû rêxistinên girseyî yên demokratîk e’ 2019-01-23 09:02:37   Safiye Alagaş-Rengîn Azîzoglu   STENBOL - Endama Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD’a Stenbolê Parêzer Zeynep Ceren Boztoprak diyar kir ku hevdîtina di 12’ê Çileyê de li Îmraliyê di navbera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û birayê wî Mehmet Ocalan de hatiye kirin pêngavek siyasî bûye û wiha got: “Li Tirkiyeyê xetimîna siyasî heye. Ev ne tenê pirsgirêka kesên ketine greva birçîbûnê ye, ev pirsgirêka hemû rêxistinên girseyî yên demokratîk e.”   Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven di roja 77’an de berdewam dike û rewşa wê her diçe giran dibe. Her wiha li gelek girtîgehan jî çalakî belav dibin.   Ji aliyê rêxistinên tenduristiyê yên derbarê komîsyonên mafê mirovan û girtîgehan ve bi armanca ku binpêkirinên mafan neyê jiyîn û grev bên şopandin ‘Koordînasyona Şopandina Grevên Birçîbûnê’ hat avakirin.   ‘Girtina Leylayê li dij biryarên DMME’ê ye’   Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê Parêzer Zeynep Ceren Boztoprak bi lêv kir ku ji bo binpêkirina mafan neyê jiyîn û şopandina grevên birçîbûnê koordînasyon ava kirine û li ser vê esasê  li her bajarî di çarçoveya xebata koordînasyonan de diçin serdana girtîgehan û hewl didin serdana girtiyan bikin.   Zeynebê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt bi lêv kir: “Di roja 57’an a grevê de em çûn serdana Leyla Guven. Em vê bêjin ku girtina Leyla Guven binpêkirina maf e. Ew parlamenterek e. Di vê mijarê de biryarên DMME'yê hene. Lê tevî vê hîna girtiye. Xebatên wê yên parlamenteriyê tên astengkirin. Em çûn serdana wê. Bi alîkariya memûrên girtîgehê hat. Gelek kîlo dabû. Kontrola tansiyonê wê bi rêk û pêk dikin. Hewcedariyên wê heta pêkan bû ji aliyê îdareyê ve dihat kirin. Lê ev têr nakin. Divê tehlîlên xwînê bi rêk bûk bên kirin. Divê vîtamînên B1 bên dayîn. Ji ber B1 li Tirkiyeyê tune ye B12 didan. Ji ber vê Leylayê B12 bi kar dianî. Av digirt.”   ‘Asta krîtîk derbas kiriye’   Zeynebê bi lêv kir ku hîn bûne ku roja beriya hevdîtina wan îdareyê ambulans aniye ber girtîgehê û wiha pê de çû: “Leyla Guven ji me re got ‘îdareyê got tiştek hewce bike hûn bixwazin biçin girtîgehê ambulans li vir li hêviya we ye’. Ji aliyê girtîgeh û dozgeriyê ve jî serdan çê bûne. Lê derbarê daxwazên wê de tiştek negotine. Di serdema me de rewşa wê ne baş bû. Niha rewşa wê asta krîtîk derbas kiriye.”   ‘Hemû mekanîzmayên siyasî ji holê rabûne’   Zeynebê destnîşan kir ku ew wek parêzvanên mafê mirovan çalakiyên greva birçîbûnê erê nakin lê dema riyek din namîne mirov serî li vê rê didin. Zeynebê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû mekanîzmayên siyasî ji holê rabûne. Ev di mînaka Leyla Guven de jî wisa ye. Derbarê girtina wê de hincetek tune ye. Dema hincet hebe jî ew parlamenterek e û destnedana wê heye. Di alî hiqûqî de girtina wê ne pêkan e. Ji ber alavên siyasî tên îmhakirin mirov serî li vê rê didin. Niha ji 200’î zêdetir kes di grevê de ne.”   ‘Nedayina vîtamînê şandina mirinê ye’   Zeynebê destnîşan kir ku hinek xizmên girtiyan vîtamîna B1 ji derveyê welat anîne û ev nedane girtiyên di grevê de û ev tişt bi lêv kir: “Li gorî pêşniyara doktorên cîhanê divê vîtamîna B1 bê dayîn. Ger rêveberiya girtîgehê nikarebe peyda bike, xizmên girtiyan peyda bikin divê rêveberî van vîtamînan bide. Nedayîna vîtamînan terkê mirinê kirine. Sedema vê grevê xetimandina siyasî ye. Yekane vekirina vê xetimandinê ev e ku divê mekanîzmayên siyasî bên avakirin. Li Îmraliyê demek dirêj e tecrîd heye. Ne tenê li ser Abdullah Ocalan li ser girtiyên din ên Îmraliyê jî tecrîd heye. Em dibêjin ku her kes li hember destûra bingehîn û hiqûqê wekhev in. Divê mafê wan bên dayîn.”   ‘Hevdîtina Îmraliyê pêngavek siyasî ye’   Zeynebê di berdewamiya axaftina xwe de ev diyar kir ku derfeta hevdîtina di 12’ê Çileyê de li Îmraliyê ku Mehmet Ocalan bi birayê xwe Abdullah Ocalan re pêk aniye pêngavek siyasî ye û wiha dawî lê anî: “Derbarê vê de şîroveyek me tune ye. Lê ev nayê wateya rakirina tecrîdê. Rakirina tecrîdê tê wateya radestkirina mafan. Divê girtî ji mafên xwe fêdeyê bigirin. Biryara berdewamkirina grevên birçîbûnê hat girtin. Em naxwazin zirar bê tenduristiya tu kesî. Ji bo ev ji holê rabe divê her kes têbikoşe. Ev tenê pirsgirêka kesên di grevê de nîne. Ev pirsgirêka hemû rêxistinên girseya demokratîk e.” Zeynebê her wiha got ew wek komîsyon wê serdanên xwe bidomînin û serdanan jî bikin rapor.