ROJEVA 23'Ê ÇILEYÊ 2019'AN 2019-01-23 09:00:00   *Jina Kurd a Helbestkar Nezahat Dogan derbarê pirtûkên xwe yên helbestê yên bi navê “Demsalên Şikestî” û “Çîroka Emrê Min” de diyar kir ku ew di bin bandora çîrokên dayika xwe de maye û wiha got:”Hesreta welat û keça xwe min bi helbestên Kurdî xwest ku rave bikim. Helbestên bi zimanê Kurdî dilê min hênik dike. ” DÎMEN HEYE   *Endama Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD’a Stenbolê Parêzer Zeynep Ceren Boztoprak diyar kir ku hevdîtina di 12’ê Çileyê de li Îmraliyê di navbera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û birayê wî Mehmet Ocalan de hatiye kirin pêngavek siyasî bûye û wiha got: “Li Tirkiyeyê xetimîna siyasî heye. Ev ne tenê pirsgirêka kesên ketine greva birçîbûnê ye, ev pirsgirêka hemû rêxistinên girseyî yên demokratîk e.”DÎMEN HEYE   *Leyla Guven ku beşek mezin a jiyana xwe bi berxwedan û têkoşînê derbas kir wek sala 2016’an îro jî ji bo rakirina tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger de ye. Leyla ku di roja 77’emîn a grevê de ye, bi jiyana xwe ya têkoşîna ji bo azadiyê ji bo jinan bû sembol.DÎMEN HEYE   *Şengul Polat a li Elbaq a Wanê demek dirêj di nava xebatên jinan de cih girt û heta bi dizî diçû tevlî xebatan dibû niha namzeta hevşaredariya navçeyê ye. Şengulê balkişand ser rewşa feodal a navçeyê û asta îro ku tevgera siyasî ya Kurd lê ye wek ‘ji bo jinên Elbaqê şoreşek rasteqîn e’ nirxand.DÎMEN HEYE   *Latîfe Tutug di qedexeyên derketina derve ya Sîlopiyayê de jiyana xwe ji dest dabû. Di dosyaya lêpirsîna wê de îfadeya şahid a weke ‘du kesên rûyê wan vekirî’ wek ‘du kesên rûyê wan girtî û çekdar’ derbasî qeydên dozgeriyê bûn.   *Di jiyana her mirovekî de cîhanek heye, cîhana zarokên Efrînê jî bi êş e ji ber ku ji warê xwe dûr in. Her gotinek li ser lêvên zarokan xwestina vegera ji bo Efrînê ye. Zaroka bi navê Fîdan Muslim ku bi hesreta Efrînê dijî helbestek ji bo Efrînê nivîsand. Di helbesta xwe de daxwaz û hesreta ji bo Efrînê rave dike. DÎMEN HEYE   *Jinên ereb û Turkmen yên Şehbayê derbarê dagirkeriya dewleta Tirk ser Efîrnê wiha dibêjin:"Bi îrade û yekîtiya gelan em ê dagirkeriyê têk bibin, Efrînê rizgar bikin."DÎMEN HEYE   *Jinên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de wiha gotin:"Felsefeya Rêber Apo rêya azadiyê û wekheviyê ye. Divê tecrîda giran bi dawî bibe."DÎMEN HEYE