Zarokek Kurd a Êzidî hat rizgarkirin 2019-01-22 15:42:34   Nûpelda Têkoşîn   ŞENGAL - Zaroka bi navê Selwa Nasir a Kurd a Êzidî ji aliyê QSD'ê ve ji DAÎŞ'ê hat rizgarkirin.    Zaroka bi navê Selwa Nasir a Kurd a Êzidî ku 8 salî ye, ji aliyê QSD'ê ve ji DAÎŞ'ê hat rizgarkirin.    Selwa dibêje:"Ez gelekî bextewar im ku ji hatim rizgarkirin."   Selwa Nasir li Şengalê ji aliyê Meclîsa Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve teslîmî malbatê wê hat kirin.    Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Hena Eliyas axivî û got:"Em gelek kêfxweş in ku zarokek din jî ji hovîtiya çeteyan hat rizgarkirin. Em hêvî dikin ku ev hovîtiya DAÎŞ'ê bi dawî bibe û hemû Êzidî bên rizgarkirin."   Ji malbata Selwa Nasir dapîrê wê, Erab Silo axivî û kêfxweşiya xwe anî ser ziman.