Li Efrînê jineke din hat revandin 2019-01-22 13:39:36   EFRÎN - Li Efrînê ya ku di bin serweriya TSK'ê û komên girêdayî wê de ye hat diyarkirin ku jinan bi navê Hêwa Alî hatiye revandin.   Li Efrînê ku di bin serweriya Hêza Çekdar a Tirk (TSK) û komên girêdayî wê de ye her roj li revandina mirov û zarokan yek din tê zêdekirin û duh jî hat ragihandin ku jina bi navê Hêwa Elî (20) ji mala ku lê bû hatiye revandin. Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî hat diyarkirin ku Hêwa ji aliyê komele li bajêr ve hatiye revandin.    Nehat zanîn ku Hêwa ya hatiye revandin li ku ye.