'Dê berxwedana me tu carî bi dawî nebe' 2019-01-22 12:01:40   Ronîda Hacî    HESEKÊ - Endama Koordînasiyona Kongreya Star ya Kantona Hesekê Evîn Paşo derbarê salvegera Berxwedana Serdemê ya Efrînê de got:"Li dijî zext û zordestiyan gelê Kurd bi salane li berxwe dide û ev berxwedana dê bibe. Mînaka berxwedana gelê Kurd li Efrînê jî hemû cîhanê dît. Dê berxwedana me tu carî bi dawî nebe."   Endama Koordînasiyona Kongreya Star ya Kantona Hesekê Evîn Paşo derbarê salvegera Berxwedana Serdemê ya Efrînê de got:"Li dijî gef û êrîşên dagirkeran gelê Kurd bi salane têkoşînek mezin li dar dixin. Em xwedî hêz û îradeyek mezin in loma em ê tu carî teslîm nebin."   'Berxwedan dê tu carî bi dawî nebe'   Evînê wiha got:"Êrîşên ku li Efrînê hatin kirin bi armanca tunekirina gelê Kurd hatin kirin. Li dijî van êrîşana gelê Kurd bersiva berxwedanê da. Jinên Kurd rol mîsyonek baş lîstin û serî netewandin. Lehengên mîna Avesta û Barîn navên xwe di rûpelên dîrokê de nivîsandin. Niha berxwedana gelê Efrînê li Şehbayê didome. Li dijî gefên dewleta dagirker a tirk têkoşîn berdewam e. Ev berxwedan dê tu carî bi dawî nebe."   'Em xwedî hêz û îradeyek mezin in loma em ê tu carî teslîm nebin'   Evînê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Li dijî zext û zordestiyan gelê Kurd bi salane li berxwe dide û ev berxwedana dê bibe. Mînaka berxwedana gelê Kurd li Efrînê jî hemû cîhanê dît. Dê berxwedana me tu carî bi dawî nebe. Li dijî gef û êrîşên dagirkeran gelê Kurd bi salane têkoşînek mezin li dar dixin. Em xwedî hêz û îradeyek mezin in loma em ê tu carî teslîm nebin."