Wezareta Dadê daxwaza TTB'ê ya ji bo Leyla Guven red kir 2019-01-22 10:20:07   AMED - Endamê Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê ya TTB'ê Cîgerxwîn Polat, diyar kir ku di grevên birçîbûnê de rojên 60'î rojên pir xetere ne. Cîgerxwîn, destnîşan kir ku ji bo heyeteke serbixwe ya bijîşkan rewşa tenduristiya Leyla Guven tespît bike serî li dozgeriya girtîgehê dane, lê belê serlêdana wan ji aliyê Wezareta Dadê ve nehatiye qebûlkirin.    Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe da destpêkirin di roja 76'an de û ya girtiyên li gelek girtîgehan jî di roja 38'an de didome.    Endamê Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Cegerxwîn Polat ku ji Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) re axivî bal kişand ser tenduristiya kesên dikevin greva birçîbûnê. Cîgerxwîn, destnîşan kir ku di rojên 60'î yên grevên birçîbûnê de dibe ku mirin çêbibin, lê belê li Tirkiyeyê piştî salên 2000'î çalakgerên greva birçîbûnê vîtmîna B1 girtin û vê yekê rîska mirinê kêm kir. Lê belê Cîgerxwîn diyar kir ku dayîna vîtamîna B1 nayê wateya asta niha ne asteke krîtîk e û bilêv kir ku di grevên birçîbûnê de rojên 60'î rojên pir girîng in.    Cîgerxwîn, bi bîr xist ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya Leylayê di roja 76'an de ye û li gelek girtîgehan jî gelek girtî di grevê de ne. Cîgerxwîn, bi bîr xist ku semptomên çalakgerên di greva birçîbûnê de gihaştine ber destê wan û got: "Agahiyên der barê Leyla Guven de digihên ber destê me ew in ku wesatndin, dilxelandin, verişandin, negirtina tiştên avî ne."    'Banga hestiyariyê li bijîşkan hat kirin'   Cîhgerxwîn, bilêv kir ku wan ji bo tenduristiya Leyla Guvenê hevdîtin bi dozgerê Girtîgeha Tîpa E ya Amedê re çêkiriye û got: "Me xwest ji bo Leyla Guven heyeteke serbixwe ya bijîşkan bê avakirin û rewşa wê ya tenduristiyê tespît bike. Lê belê Wezareta Dadê daxwaza me qebûl nekir. Wekî hincet jî diyar kirin ku ev yek ne pêkan e û çi mudaxile bivê ew ê bikin."    Cîgerxwîn got: "Mixabin em ji berê de helwesta dewletê dizanin. Lê belê em TTB mecbûr in ku serlêdanên li me tên kirin bigihînin encamekê."