Jinên Ereb: Dê rihê berxwedana serdemê her zindî bimîne 2019-01-22 09:08:14   Ronîda Hacî    HESEKÊ - Jinên Ereb dan zanîn ku ew dê rojekê Efrîn rizgar bibe û gotin:"Dê rihê berxwedana serdemê her zindî bimîne."   Jinên Ereb derbarê salvegera berxwedana serdemê ya Efrînê de axivîn û gotin:"Em li dijî dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê her bi îradeyek xurt disekinin. Dê Efrîn rojekê bê rizgarkirin."   Jina bi navê Sacida Ehmed wiha got:"Bi saya fikrên Rêber Apo me xwe ji koletiyê rizgar kir. Em di wê baweriyê de ne ku dê rojekê Efrîn jî ji çeteyan û dagirkeran bê rizgarkirin. Em her li ser esasên pergala Netewa Demokratîk xwe bi rêxistin bikin. Çi dibe bila bibe em serî li dijî dagirkeran natewînin. Em ê li dijî dagirkeran berxwedana xwe her zindî bihêlin."   'Dê rihê berxwedana serdemê her zindî bimîne'   Jina bi nav Cewahir Comerd jî wiha got:"Em her li dijî koletî û tundiyê derdikevin. dewleta tirk û çeteyên wê her mirovan bi tundî û êrîşan rû bi rû dihêle. Em vê yekê qebûl nakin. Em li dijî êrîşan li berxwe bidin û Efrînê rizgar bikin. Dê rihê berxwedana serdemê her zindî bimîne. Em li dijî dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê her bi îradeyek xurt disekinin. Dê Efrîn rojekê bê rizgarkirin."