Navê pitika xwe kir Avesta Xabûr 2019-01-22 09:06:01   HESEKÊ - Jina bi navê Hîba Hemo ya ji Gundê Til Nesriyê navê pitika xwe ya ku nû ji dayik bû kir Avesta Xabûr. Hîbayê wiha got:"Lehanga jin a bi rûmet ji bo gelê Kurd canê xwe feda kir. Me jî navê wê li pitika xwe kir û em ê her ku ba keça xwe bikin em ê Avestaya leheng bibîr bînin."   Di berxwedana serdemê ya Efrînê de Avesta Xabûr çalakiya fedaî pêk anîbû û jiyana xwe ji dest dabû û di rûpelên dîrokê de cihê xwe girtibû. Jina bi navê Hîba Hemo ya ji Gundê Til Nesriyê ya Hesekê jî navê Avesta li pitika xwe ya ku nû ji dayik bû, kir. Derbarê mijarê de Hîbayê wiha axivî:"Ez bi şehîdên me hemûyan serbilind im. Avesta Xabûr jî bi çalakiya xwe ya fedaî navê xwe bi tîpên zêrîn di dîrokê de nivîsand. Ez gelek bextewar im ku keçek min  çê bû û min navê kir Avesta."   'Gelek destanên lehengan hat nivîsandin'   Hîbayê wiha got:"Berxwedana Serdemê deng veda. Gelek destanên lehengan hat nivîsandin. Mirov çiqasî behsa berxwedana şehîdan bike hindike. Em ê her bi berxwedana şehîdên xwe serbilind bin. Em ê tu carî wan ji bîr nekin. Niha keça min nû çavên xwe ji cîhanê re vekiriye. Ew dema ku mezin  bibe ew ê hîn bibe ku navê lehengek jin a Kurd li wê hatiye kirin. Keça min dê hêza xwe ji navê xwe bigire."   'Ez bi şehîdên me hemûyan serbilind im'   Hîbayê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Lehanga jin a bi rûmet ji bo gelê Kurd canê xwe feda kir. Me jî navê wê li pitika xwe kir û em ê her ku ba keça xwe bikin em ê Avestaya leheng bibîr bînin. Ez bi şehîdên me hemûyan serbilind im. Avesta Xabûr jî bi çalakiya xwe ya fedaî navê xwe bi tîpên zêrîn di dîrokê de nivîsand. Ez gelek bextewar im ku keçek min çê bû û min navê kir Avesta."