'Riweyîda sembola têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê ye' 2019-01-22 09:01:52   Sîbîliya El-Ibrahîm   MINBIC - Jina bi navê Riweyîda El-Şehûde, ji bo parastina rûmeta xwe, li dijî DAÎŞ'ê şer kir û navê wê di nava kerwana berxwedêrên jin de hat nivîsandin. Xaltîka Riweyîda El-Şehûde, Minîfe El-Abdullah behsa çîroka têkoşîna Riweyîda kir û got:"Riweyîda sembola têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê ye. Wê ji bo nirxên mirovatiyê û rûmeta xwe li dijî DAÎŞ'ê şer kir û jiyana xwe ji dest da."   Riweyîda El-Şehûde di şerê li dijî DAÎŞ'ê de hevjînê xwe Ebd El-Wehab, winda dike û piştre ew ji bo  rûmeta xwe biparêze li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şer dike. Di encama şerê li dijî DAÎŞ'ê jiyana xwe ji dest dide. Xaltîka Riweyîda El-Şehûde, Minîfe El-Abdullah têkildarî mijarê de dibêje:"Dema ku Riweyida şehîd ket, çavên wê qet li dû nema. Wê dizanîbû ku dê DAÎŞ a dijminê mirovatiyê, li Minbicê têk biçe."    'Ez bi şehadeta lawê xwe û Riweydayê serbilind im'   Minîfeyê wiha got:"Mala me di navbera mewziyên Meclîsa Minbicê ya Leşkerî û ya çeteyên DAÎŞ'ê de bû. Çeteyan berê xwe da mala me û êrîşî me kirin. Me gelek zilm û zordestî dîtin. Riweyida li dijî vê zilm û zordestiyê çeka hevserê xwe girtin û li dijî DAÎŞ'ê şer kir. Riweyida hevsera lawê min bû. Ez bi şehadeta lawê xwe û Riweydayê serbilind im. Heta ez hebim ez ê li ser şopa wan bim."    'Riweyîda sembola têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê ye'   Minîfeyê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ez heta hebim ez lawê xwe û bûka xwe Riweydayê ji bîr nakim. Wan têkoşîna rûmetê dan. Ew ji mirinê netirsiyan. Riweyîda sembola têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê ye. Wê ji bo nirxên mirovatiyê û rûmeta xwe li dijî DAÎŞ'ê şer kir û jiyana xwe ji dest da. Dema ku Riweyida şehîd ket, çavên wê qet li dû nema. Wê dizanîbû ku dê DAÎŞ a dijminê mirovatiyê, li Minbicê têk biçe."