ROJEVA 22'Ê ÇILEYA 2019'AN 2019-01-22 09:00:00   *Jina bi navê Riweyîda El-Şehûde, ji bo parastina rûmeta xwe, li dijî DAÎŞ'ê şer kir û navê wê di nava kerwana berxwedêrên jin de hat nivîsandin. Xaltîka Riweyîda El-Şehûde, Minîfe El-Abdullah behsa çîroka têkoşîna Riweyîda kir û got:"Riweyîda sembola têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê ye. Wê ji bo nirxên mirovatiyê û rûmeta xwe li dijî DAÎŞ'ê şer kir û jiyana xwe ji dest da." DÎMEN HEYE   *Jina bi navê Emîne Hesen a ku li dijî zihniyeta baviksalarî û zilma çeteyên DAÎŞ'ê li ber xwe da wiha got:"Hevserê min ji ber ku lawê min tune bû min terk kir. Ji aliyekî din jî zilm û zordestiya çeteyên DAÎŞ'ê di jiyana min de dibû sedema zehmetiyên mezin. Heta ku Minbic hat rizgarkirin jiyana min dojeh bû." DÎMEN HEYE   *Jina bi navê Hîba Hemo ya ji Gundê Til Nesriyê navê pitika xwe ya ku nû ji dayik bû kir Avesta Xabûr. Hîbayê wiha got:"Lehanga jin a bi rûmet ji bo gelê Kurd canê xwe feda kir. Me jî navê wê li pitika xwe kir û em ê her ku ba keça xwe bikin em ê Avestaya leheng bibîr bînin."DÎMEN HEYE   *Jinên Ereb dan zanîn ku ew dê rojekê Efrîn rizgar bibe û gotin:"Dê rihê berxwedana serdemê her zindî bimîne."   *Endamên Rêveberiya Kongreya Star derbarê salvegera berxwedana serdemê ya Efrînê de gotin:"Li Efrînê li dijî hemû hovîtî û teknîka pêşketî jin bûn mertalên zindî. Li Efrînê destan hat nivîsandin û ev destan ji aliyê jinên leheng ên Kurd hat nivîsandin."DÎMEN HEYE   *Leyla Atsak ya ku qeyûm dawî li peywira wê ya li Midûriyeta Polîtîkayên Jinan anî niha ji HDP’ê namzeta hevşaredariyê ye. Leylayê diyar kir ku ew li dijî qeyûman bi projeyên jinan ji bo hilbijartinan amade ne. DÎMEN HEYE   *Jinên Îzmîrê diyar kirin ku divê zêdetir xwedî li çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyan bê derketin û wiha gotin: “Tecrîd, kurd, tirk û lazan ji hev cuda nake. Li her kesî belav dibe. Yên ji bo demorkasiyê têdikoşin dema mijdar dibe kurd bêdeng dimînin û piştgiriyê didin polîtîka îmhayê. Lê ger em bi hev re têbikoşin em ê bi ser kevin.” DÎMEN HEYE   *Welatî û esnafan diyar kirin ku krîza aborî wê piştî hilbijartinan kûrtir bibe û gotin ku divê dawî li polîtîkayên şer bê anîn û ev tişt got: “Dewlemend zêdetir dewlemend, xizan jî zêdetir xizan dibin. Pergala koletiyê ev e.” DÎMEN HEYE   *Jinan piştgirî dan çalakiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven û bertek nîşanê bêdengiya rayedarên hikûmetê dan. Jinan dan zanîn ku Leyla ji bo Gelê Kurd xwe feda dike û bi lêv kirin ku ew hemû Leyla ne û wê li  ber xwe bidin.DÎMEN HEYE