Li Qamişloyê Nexweşxaneya Dil hat vekirin 2019-01-21 16:59:39   QAMIŞLO - Bi dirûşma "Tenduristî ji bo herkesî pêwist e" Nexweşxaneya Dil û Çav li Qamişloyê hat vekirin.    Bi dirûşma "Tenduristî ji bo herkesî pêwist e" Nexweşxaneya Dil û Çav li Qamişloyê hat vekirin. Gelek sazî û dezge û welatiyên Qamişloyê beşdarî vekirina nexweşxaneyê bûn. Deqeyek rêzgirtin hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan, Desteya Tenduristiyê axaftin hatin kirin. Piştre qurdele ji aliyê Dayikên Şehîdan hat qetandin. Herî dawî Hunermend Sefkan Orkeş stran got û Helbestvan Ferhad Merde helbest xwendiye.