Jinek Kurd a Êzidî ji aliyê QSD'ê ve hat rizgarkirin 2019-01-21 16:37:24   Nûpelda Têkoşîn   ŞENGAL - Jina Kurd a Êzidî ya bi navê Exlas Bapîr ji aliyê QSD'ê ve hat rizgarkirin. Exlasê ji aliyê TAJÊ ve radestî malbata wê hat kirin.    Jina Kurd a Êzidî ya bi navê Exlas Bapîr ji aliyê QSD'ê ve hat rizgarkirin. Exlasê ji aliyê TAJÊ ve radestî malbata wê hat kirin.    Exlasê ya ku nikare biaxive bi saya dotmama xwe Suheyla Seydo û bi îşaretan derdê xwe wiha rave kir:"Min her lêdan dixwar ji ber ku ez nikaribûm  biaxiviyam. Cihê em lê bûn gelek sar bû loma gurçik bi min diariyan. Ez gelek bextewar im ku ez rizgar bû."   Dotmama Exlasê, Muluke Xidir a ku ji destên çeteyan berê hatibû rizgarkirin jî wiha hestên xwe anî ziman:"Em gelek kêfxweş in ku dotmama min ji destên çeteyan hat rizgarkirin. Em hêvî dikin hemû kesên di destên çeteyan de bin bên rizgarkirin."   Her wiha li ser navê TAJÊ Hena Elyas got:"Em bang li hemû cîhanê dikin ku li dijî çeteyan û dagirkeran dengên xwe bilind bikin."   Herî dawî li ser navê Meclîsa Xanesroê Salih Xidir axivî û got:"Em îro gelek kêfxweş in ku jinek din ji destên çeteyan hat rizgarkirin. Li dijî çeteyan dê têkoşîna me berdewam bike."