Sê jinên şoreşger hatin bibîranîn, Leyla Guven hat silavkirin 2019-01-21 15:38:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê sê jinên şoreşger hatin bibîranîn ên ku şeş sal berê hatibûn qetilkirin. Berxwedana Leyla Guven jî hate silavkirin.   Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku li Parîsê hatibûn qetilkirin, li Frankfûrtê hatin bibîranîn.   Metîn Cansiz ê ku birayê Sakîne Cansiz e, dê û bavên Leyla Şaylemez Şîfa û Cûma Şaylemez, Mûstafa Temîzkan ê ku kurê Leyla Guven e û Şengê Kahraman a ku diya Erdal Sîncer jî tevlî bibîranînê bûn.   Di bibîranînê de Armanc Goşkar (Sûna Kizilkaya) a ku Navenda Parastina Gel diyar kiribû şehîd bûye û rojnameger Hrant Dînk jî hatin bibîranîn.   Di bibîranînê de sînevîzyona li ser têkoşîna sê jinan û ya li ser têkoşîn û xebata Leyla Guven jî hate nîşandan.   Di şevê de Xelatên Ked, Rûmet û Serketinê hatin dayîn.   Leyla Guven a ku 75 roj in di greva birçîbûnê de hêjayî Xelata Rûmetê hate dîtin. Xelat radestî Mûstafa Temîzkan hate kirin ê ku kurê Leyla Guven e.   Di şeva bibîranînê de endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Nûpel Mûnzûr got ku, “Em nabêjin ku kî kujer e, em ê hesap ji kujeran bixwazin. Armanca hevpar a Sara, Rojbîn û Ronahî ev bû ku jin azad bibin. Ev berdêlên ji bo azadiyê em didin gelekî giran e. Lê di vê têkoşînê de bi hezaran Sara, Rojbîn û Ronahî êdî hene. Bi xurtkirina berxwedanê em hesap ji kujeran bixwazin.”   Di şevê de hunermenda ji Bangladeşê Farzana Talûkder, Koma Îtalyan Campagnîa Sakûntala, Zerrîn û Rodan Akgul û hunermenda ji Ewropayê Nadîa Vîsser jî derketin ser dikê.