Stenbol wê di 3''yê sibatê de dengê xwe bigihîne girtîgehan 2019-01-21 12:50:51   STENBOL  - Ji bo tecrîda li li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin û balê bikişînin ser grevên biçîbûnê yên bê dem û ne dorveger ku li  girtîgehan hatin lidarxistin wê di 3'yê Sibatê de li Qada Azadiyê ya Boakirkoyê mîtîng bê lidarxisitn.   Rêxistina Partiay Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bajarê Stenbolê, ji bo ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê Rakirin û çalakiya greva birçîbûnê ya di pêşengiya Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla guven de li girtîgehan hat destpêkirin di 3'yê sibatê roja yekşemê de wê li Qada Azadiyê ya li Bakirkoya Stenbolê mîtîngê li dar bixe.   Mîtînga ku wê saet di 13.00'an de dest pê bike, wê rêxistinên saziyên sivîl, ronakbîr, nivîskar û bi hezaran Stenbolî tevli bibin.