Leyla Guven muayeneyê qebûl nake 2019-01-21 12:01:45   AMED  - Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kirye di roja 75'emîn de berdewam dike. Parêzer Gulşen Ozbek ji bo Leyla Guven çû girtîgehe. Gulşenê da zanîn ku bi talîmata Wezareta Tenduristiyê kontrolên tenduristiyê yên Leylayê zêde bûne. Lê Leylayê muayeneyê qebûl nake.    Çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di pêşengiya Hevseroka  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de dest pê kiriye her ku diçe li girtîgehan belav dibe. Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe di 8'ê mijdarê de dest pê kiribû, di roja 75'emîn de berdewam dike. Çalakiya Endamê Meclîsa HDP'ê Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman armanc û daxwazê dest pê kiriye jî di roja 62'an de berdewam dike.  Çalakiya grevê ya li Strasbaurgê jî di roja 36'an û çalakiya koma ewil ku di 16'ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir di roja 37'emîn de berdewam dike. Niha nêzî 239 girtî li zêdeyî 40 girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger berdewam dikin.   Hevseroka Giştî ya DBP'ê ya berê Sebahat Tuncel û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê ya berê Selma Irmak jî di Girtîgeha Kandirayê de di 15'ê Çileyê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn. Gireva birçîbûnê ya Sebahat û Selma ket roja 6'an.    'Leyla muayeneyê qebûl nake'   Do Parêzer Gulşen Ozek çû Girtîgeha Girtî ya Tipa E ya Amedê ji bo hevdîtina Leyla Guven. Lê hevdîtin pêk neanî. Gulşenê agahî ji kesên ku bi Leylayê re mijûl dibin girt. Gulşenê wiha got:"Kesên ku bi Leylayê mijûl dibin jî gotin rewşa wê ne baş e. bi talîmata Wezareta Tenduristiyê kontrolên tenduristiyê yên Leylayê zêde bûne. Lê Leylayê muayeneyê qebûl nake. Bi hinceta nûçeyên grevê rojnameyê nadin Leyla Guven. Li ber girtîgehê hejmar polîsan û wesayetên zirxî hatibûn zêdekirin."