Li Osmaniyeyê jinek hat qetilkirin 2019-01-21 11:52:00   OSMANIYE - Li Osmaniyeyê mêrê bi navê Hasan A. hevjîna xwe Huru A. kêr kir û ew qetil kir.    Li Taxa Cumhuriyetê ya Navçeya Duzîçî ya Osmaniyeyê mêrê bi navê Hasan A. duh bi şev ji ber sedemek nayê zanîn bi hevjîna xwe Huru A. re nîqaş kir. Li ser zêdebûna nîqaşê Hasan A. hevjîna xwe kêr kir. Cîranan li ser bihîstina qîrînê rewş ji polîsan re ragihand. Li ser îxbarê gelek polîs û ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Ekîba tenduristiyê piştî lêkolîna kirin diyar kirin ku Huru A. jiyana xwe ji dest daye. Hasan A. ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Cenazeyê Huru A. jî rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Duzîçiyê.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.