Li Lubnanê civîna Berxwedana Serdemê hat lidarxistin 2019-01-21 11:20:26   LUBNAN - Bi boneya salvegera Berxwedana Serdemê ya Efrînê li Lubnanê civînek hat lidarxistin.   Li Paytexta Lubnanê ya bi navê Beyrûtê derbarê salvegera Berxwedana Serdemê ya Efrînê, bi pêşengtiya TEV-DEM'ê li Lubnanê civînek li Komeleya Newrozê hat lidarxistin. Civînê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre civîn ji aliyê Endama Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Şervîn Cûdî ve  hat birêvebirin.   ‘Efrîn biçûk bû lê destanên mezin nivîsand’   Şervîn Cûdî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser hovîtiya ku li Efrînê hat kirin û wiha got:"Jixwe dema em li dîroka Tirkiyeyê dinêrên gelek komkujî li gelê din hatine kirin. Dewleta tirk gelên wekî din her dem qir kiriye. Her talanî, îşkence û zilim pêk aniyê. Li Efrînê jî ev yek kir. Lê gelê li Efrînê dîsa jî li berxwe dan. Efrîn biçûk bû lê destanên mezin nivîsand. Em ê her têbikoşin."   Piştî axaftinê sînevîzyonek derbarê berxwedana serdemê de hat temaşekirin.    Civîn bi dirûşmên "Bijî Serok Apo","Bijî berxwedana Efrinê" hat bidawîkirin.