'Di oxira azadiyê de parçeyek ji canê min winda bû' 2019-01-21 11:12:08   MINBIC - Jina bi navê Fitêm Hac Ehmed El-Hesanî ya ku lawê wê berxwedêrê Minbicê ye wiha got:"Di oxira azadiyê de parçeyek ji canê min winda bû. Ez serbilind im ku tevlî karwana dayikên Şehîdan bûm."   Sal li ser rizgarkirina Minbicê derbas bûn lê êş û azara ku jinan ji çeteyên DAÎŞ'ê kişandan hîn nehatine jibîrkirin. Her wiha berxwedêrên ku di oxira azadiya Minbicê de jiyana xwe ji dest dan jî ji aliyê dayikên xwe ve tên bibîranînin. Jina bi navê Fitêm Hac Ehmed El-Hesanî ya 70 salî ya ku lawê wê berxwedêrê Minbicê ye bi lêv kir ku tu hesret ne wekî hesreta zarokan e û wiha got:"Lawê min li dijî DAÎŞ'ê li dijî dijminên mirovahiyê li berxwe dan. Ew ket nav kerwana rûmetê. Ew ê her di dilê min de be."   'Ciwanên Kurd me azad kirin'   Fitêmê wiha domand:"Hovîtîya ku li gelê Minbicê hat kirin tu carî nayê jibîrkirin. Îşkence û zilim a ku bi taybet li jinan dihat kirin hîn di hafizaya me de teze ye. Jin di zindanan de hatin tecawizkirin. Gelek jin recim kirin. Lê ciwanên Kurd em ji vê zilmê rizgar kirin. Ciwanên Kurd me azad kirin. Bi saya wan em nefesek rehet dikişînin."    'Di oxira azadiyê de parçeyek ji canê min winda bû'   Fitêmê herî dawî wiha got:"Di oxira azadiyê de parçeyek ji canê min winda bû. Ez serbilind im ku tevlî karwana dayikên Şehîdan bûm. Lawê min li dijî DAÎŞ'ê li dijî dijminên mirovahiyê li berxwe dan. Ew ket nav kerwana rûmetê. Ew ê her di dilê min de be."