ROJEVA 21'Ê ÇILEYÊ 2019'AN 2019-01-21 09:00:00   *Endamên Asayişa Jinê ya Kobanê derbarê ewlehiya bajêr de gotin:"Jin xwedî hêz û baweriyek mezin in. Jin dê bi hêz û îradeya xwe bajarê xwe biparêze. Em ê her ewlehiya xwe biparêzin." DÎMEN HEYE   *Endama Rêveberiya Meclîsa Til Nesrîyê Ehlam Umer derbarê salvegera berxwedana sedemê de wiha got:" Bi êrîşên li ser Efrînê îradeya azad û deskeftiyên gelê Kurd hedef hatin girtin. Li dijî van êrîşana gelê Kurd heta dawî li berxwe da û ev berxwedana hîn didome."DÎMEN HEYE   *Sûlava Bêgiriyê ya yek ji nirxên girîng a turîzma Wanê ye, ji ber sermayê cemidî. Sûlava ku biharê diherike, zivistanê jî bi dîmenê xwe yê qeşayê bala kesan dikşîne.DÎMEN HEYE   *Hevseroka HDP’a Qilabanê Ferîde Ender, diyar kir ku ji hilbijartinên herêmî re demek kurt maye û rakirina hilbijêran û ‘hilbijêrên xeyalî’ tu ferqa wan ji qeyûman tune ye û got: “Em ê bibin şopdarên hilbijêrên xwe. AKP çi dike bila bike wê Şirnex û navçeyên wê negirin.”DÎMEN HEYE   *Pirtûkxaneya Berhemên Jinan îsal 26’emîn ajanda bi navê ‘Jin hene’ weşandin. Di ajandayê de armanc, hedef û rewşa rojane ya avakirina 100 saziyên jinan ên di 95 salan de cih dirin.   *Xwendekarên lîseyê yên dema ewil a perwerdê li pey xwe hiştin diyar kirin ku pergala perwerdê ji zanistê dur e û bi pêkanîn û mufredata nîjadperest, zayendpereset û oldar tije ye.