Li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê, meş hat lidarxistin 2019-01-20 16:54:55   QAMIŞLO - Îro li gelek bajar û navçeyên Rojavayê Kurdistanê ji bo salvegera berxwedana serdemê meş hatin lidarxistin. Li Qamişlo, Kobanê, Şehbayê, Tirbespiyê, Til Temirê, Girkêlegê û Hesekê hat lidarxistin.      Îro li gelek bajar û navçeyên Rojavayê Kurdistanê ji bo salvegera berxwedana serdemê meş hatin lidarxistin. Li Qamişlo, Kobanê, Şehbayê, Tirbespiyê, Til Temirê, Girkêlegê hat lidarxistin. Bi tevlîbûna bi hezaran gelê li Rojava meşên bi heybet hatin lidarxistin. Li Qamişloyê meşê ji Qada Rojhilat dest pê kir heta Qada Sonî veguhert mîtingê. Piştî deqeyek rêzgirtin li ser navê Kongreya Star Asya Abdullah axivî. Li ser navê Rêveberiya Xweser jî Ebdu Elkerim Saroxan axivî.     Di axaftinan de berxwedana serdemê hat slavkirin û hat gotin ku têkoşîna ji bo Efrînê bi dawî nebûye.    Meş bi dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Bijî Rêber Apo", "Bimre dagirkerî" bi dawî bû.   Hesekê   Ji bo salvegera berxwedana serdemê li Hesekê meşek girseyî hat lidarxistin. Bi hezaran kes beşdarî meşê bûn û peyama berdewamiya têkoşîna ji bo Efrînê dan.    Ji bo salvegera berxwedana serdemê li Hesekê meşek girseyî hat lidarxistin. Bi hezaran kes beşdarî meşê bûn û peyama berdewamiya têkoşîna ji bo Efrînê dan. Meşê ji Çarxerêya Sînolkoyê dest pê kir. Di meşê de pankartên "Bimre qatilê mirovahiyê Erdogan","Em ê dagirkeriyê parçe bikin" hatin hilgirtin. Her wiha wêneyên berxwedêrên Efrînê hatin hilgirtin.    Meş li Qada Şehîd Ethro ya Taxa Nasirayê veguherî mitîngê. Piştî deqeyek rêzgirtin Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Şêrîn Oso, li ser navê Rêveberiya Xweser Husên Ezam û li ser navê Eşîrên Ereban, axaftin hatin kirin.   Di axaftinan de wekheviya gelan û mezinkirina têkoşînê hatin parastin.    Paşê Yekîtiya Ciwanên Rojava daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Endama Yekîtiya Ciwanên Rojava Mîraf Paşo hat xwendin.   Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi tu awayî dê dagirker nikaribin bigihêjin armanca xwe.    Meş bi dirûşma "Bijî Berxwedana Serdemê" bi dawî bû.   Tirbespiyê   Bi sedan welatiyên li Navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişloyê, bi boneya salvegera berxwedana serdemê herikîn qadan û dirûşmên "Bijî berxwedana serdemê" berz kirin. Meşê ji Navenda Kongreya Star a Tirbespiyê dest pê kir. Di meşê de wêneyên berxwedêrên serdemê hatin hilgirtin. Piştî deqeyek rêzgirtin li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Bêrîvan Yûnis axivî.    Berîvanê da zanîn ku dê berxwedêrên serdemê neyên jibîrkirin û dê têkoşîn her bidome.    Meş bi dirûşmên 'Bijî berxwedana Efrînê", Bijî Rêber Apo" bi dawî bû.   Til Temir   Bi sedan welatiyên li Navçeya Til Temirê, bi boneya salvegera berxwedana serdemê herikîn qadan û dirûşmên "Bijî berxwedana serdemê" berz kirin.    Kurd, Suryan, Ereb hemû li Til Temirê ya Hesekê ji bo salvegera berxwedana serdemê herikîn qadan. Meşê ji Gundê Til Hefyanê dest pê kir. Di meşê de nûnerên sazî û rêveberiyên xweseriya demokratîk amade bûn. Meşvanan al û pankartên ser nivîsiye "Dagirkeriya Trikiyê wêranî û talanî ye, Bi berxwedanê em ê dagirkeriyê parçe bikin" her wiha wêneyên berxwedêrên Efrînê û şaxên zeytûnê hatibû blindkirin. Meş li stada fotbulê a gundê Til Nesrî rawestiya û veguherî mitîngê.   Bi navê Rêveberiya Meclisa Bakur Rojhilatê Sûriyê Elî Hico, Endama Koordenisyona Kongreya Star Mizgîn Ehmed û Fewaz Seydo Tevgera Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, axaftin hatin kirin.    Di Axaftinan de bal kişandin ser pilanên navnetewî ku li dijî gelê Kurd tê meşandin   Meş bi dirûşmeya"Qatil Erdogan","Bijî Berxwedana Efrînê"bi dawî bû.    Girkêlegê   Bi hezaran gelê navçeya Girkêlegê salvegera êrîşên li ser Efîrnê bi meşekê şermezar kirin.   Bi hezaran gelê Girkêlegê, Çelaxa,Til koçer, û gundewarên wê, sazî û rêxistinên civakî daketin qadan û êrîşên dewleta Tirkiyê şermezar kirin. Di meşê de wêneyên Abdullah Ocalan , û şehîdên berxwedana serdemê, her wiha pankertên bi nivîsên' Rizgarkirina Efrînê rizgarkirina Sûriyê ji terorê', û alên Kongreya Star hatin hilgirtin. Meş ji qada Şehîd Xebat dest pê kir, û nava bazarê veguherî mîtingê. Piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê rêveberiya Xweseriya Demokratîk Kinan Berkat, li ser navê Kongreya Star Eyihan Mûrad axivîn.   Di axavtinan de berxwedana gelê Efrînê hat silavkirin û anîn ziman ku:" Tevahî gel wê li ser piya bin û di nav berxwedanê de bin heta Efîrnê rizgar bibe û gel vegerin axa xwe."    Meş bi dirûşmeyên"Bijî serok Apo, Bimre faşîzim, bijî berxwedana Efrinê" hat bi dawîkirin.   Kobanê   Bi hezaran gelê herêma Firatê yekmîn salvegara êrîşên li ser Efîrnê bi meşekê şermezar kirin.   Bi tevlîbûna bi hezaran gelê herêma Firatê ji Kantona Kobanê û navçeya û gundewarên wê, bajarê Sirîn, Kantona Girê Spî, navçeya Eyîn Îsa bi hemû pêkhateyên xwe, her wiha sazî û dezgehên sivîl û rêveberiya xweser amede bûn. Meşvanan wêneyên cangoriyên berxwedana Serdemê û pankertên bi nivîsên 'Em ê qiyametê rakin û serkeftinê misoger bikin, Serî Hildin, şer bikin û Efrînê rizgar kirin, Bi fikir û Felsefeya Rêber Apo li dijî dagirkeriyê serî hilde' hilgirtibûn.    Meş ji qada jina azad destpêkir, û li qada Ş.Egîd veguherî Mîtingê.    Piştî deqeyek rêzgirtin. Hevserokê herêma Firatê Enwer Mislim, bi nave rêveberiya xweseriya demokratîk ya rojhilat û bakurê Sûriyê Rojhan Arif, Bozan Berkel endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger axivîn.  di axavtinê de balkişandin li ser berxwedan 58 rojan ya gelê Efrînê, her wiha dewamiya riya berxwedan û têkoşînê heta rizgarkirina Eîfrnê.    Meş bi diruşêmên `Efrînê xema neke Kobanê bi te re yek e, Wê Efrîn azad bibe  û Bijî berxwedana Efrînê ` bi dawî bû.   Şehba   Bi hezaran gelê Efrînê yên li kantona Şehbayê bi meşekê salvegera yekemîn a êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser kantona Efrînê şermezar kirin.    Bi hezaran şêniyên Efrînê û Şehbayê, sazî û dezgehên sivîl û rêveberiya xweser  tevlî meşê bûn û bi dirûşmeya' Em ê bi rihê Berxwedana Serdemê Efrînê rizgar bikin û dagirkeriya Tirkiyê biqewitînin"  meşiyan. Meş li navçeya Ehdas a Şehbayê dest pê kir, û li qada gundê Marata Mislemiyê veguherî mîtingê. Wêneyên rûxandin û hilweşandina Efrînê , wêneyên cangoriyên azadî û wêneyên Barîn, Avesta, Îlan, Karker, Qehreman û Sîpan ku li Efrînê çalakiyên fedayî pêk anîn, hat hilgirtin. Her wiha pankartên bi nivîsên, "Na ji dagirkerî û komkjiyên Tirkiyê re, Na ji kuştina zarok û jinan re" û şaxên zeytûnan hatine hilgirtin.    Piştî deqeyek rêzgiritn, li ser navê Meclisa Kantona Efrînê Hewlêr Civo, li ser navê Koordînasyona Kongreya Star Hêvî Sulêman, li ser navê Meclisa Kantona Şehbayê Îmad Dawid, li ser navê gelê Efrînê Hisên koçer axivî.  Di axavtinan de êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê hat şermezarkirin û gotin:" Em ê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin."   Meş bi dirûşmeya' Bê serok jiyan nabe, Bijî berxwedana Eîfrnê, Bijî berxwedana Serdemê, Na ji dagirkeriya Tirkiyê re ' bi dawî bû.   Her wiha li bajarê Serêkaniyê û Dirbêsiyê a Kantona Hesekê, û bajarê Dêrikê û navçeya Amûdê a kantona Qamişlo Meş hatin li darxistin.