'Dê têkoşîn û berxwedana Efrînê her zindî bimîne' 2019-01-20 12:08:18   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Derbarê salvegera Berxwedana Serdemê ya Efrînê de xebatkara Ronahî TV'yê Raperîn Elî got:"Em bûn şahidê berxwedana Efrînê ya 58 rojî. Dê têkoşîn û berxwedana Efrînê her zindî bimîne."   Xebatkara Rohahî TV'yê Raperîn Elî têkildarî salvegera Berxwedana Serdemê ya Efrînê de nirxandin kir û got:"Me kêlî bi kêlî berxwedana ku gelê Efrînê li dijî dagirkeriyê da şopand. Gelê Efrînê xwe radestî dagirkeran nekir û heta dawiyê li berxwe da."   'Me rastî ji gel re ragihand'    Raperînê got:"Me kêlî bi kêlî berxwedan şopand me komkujiyên ku dewleta dagirker a tirk û çeteyên girêdayî wê kir, kirin belge. Çand, huner, xweza û wekheviya li Efrînê ji aliyê dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê hedef hatin girtin. Em her li dû heqîqetê meşiyan. Me her rastî ji cîhanê re ragihand. Li dijî derew û planên qirêj ên dagirkeran, me rastî ji gel re ragihand."    'Dê têkoşîn û berxwedana Efrînê her zindî bimîne'   Raperînê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em bûn şahidê berxwedana Efrînê ya 58 rojî. Dê têkoşîn û berxwedana Efrînê her zindî bimîne. Me kêlî bi kêlî berxwedana ku gelê Efrînê li dijî dagirkeriyê da şopand. Gelê Efrînê xwe radestî dagirkeran nekir û heta dawiyê li berxwe da."