'Kongreya Star têkoşîna jinan mezintir dike' 2019-01-20 11:15:44   Rûken Goman   LUBNAN-Derbarê 14'emîn salvegera damezrandina Rêxistina Jinê ya bi navê Kongreya Star jinên Lubnanî nirxandin kirin û gotin:"Ji bo jin bibin xwedî statu û xwe bi rêxistin bike Rêxistina Kongreya Star gelek xebat kir. Kongreya Star têkoşîna jinan mezintir dike."   Li Paytexta Lubnanê ya bi navê Beyrûtê Endamên Rêxistina Kongreya Starê bi boneya 14'emîn salvegera Kongreya Star çalakiya pîrozbahiyê  li dar xistin. Cihê pîrozbahiyê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, berxwedêrên ku di doza têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û bi alên Kongreya Star hat xemilandin. Jinên Lubnanî yên ku beşdarî çalakiya pîrozbahiyê bûn gotin:"Kongreya Star xwedî statuyek û misyonek girîng e. Ji bo parastina mafên jinê Kongreya Star kedek mezin daye. Divê em hemû jin li vê kedê xwedî  derkevin."   'Kongreya Star hêviya jinê û civakê geş dike'    Seroka Komeleya Newroz Henan Osman ku di heman demê de Endama Kongreya Starêye wiha got:"Em dixwazin hêz û îradeya jinê bêtir derxin pêş. Ji bo me gelek girîng e ku em jinê bi kesayet û îradeyek azad derxin pêş. Ev ji bo civakê jî gelek baş e. Kongreya Star hêviya jinê û civakê geş dike."    'Kongreya Star têkoşîna jinan mezintir dike'   Her wiha Endama Rêveberiya Kongreya Star Rojîn Hesen jî nerînên xwe  wiha vedibêje:"Rêxistina Kongreya Star her ku diçe mezintir dibe. Keda jinê jî bi vê yekê bêtir xwedî lê tê derketin. Ev yek ji bo şoreşê girîng e. Ji bo jin bibin xwedî statu û xwe bi rêxistin bike Rêxistina Kongreya Star gelek xebat kir. Kongreya Star têkoşîna jinan mezintir dike. Kongreya Star xwedî statuyek û misyonek girîng e. Ji bo parastina mafên jinê Kongreya Star kedek mezin daye. Divê em hemû jin li vê kedê xwedî  derkevin."