'Em ê Minbicê ji dagirkeran biparêze' 2019-01-20 10:13:10   MINBIC - Ji bo gelê sivîl ku di teqîna Minbicê de jiyana xwe ji dest dan, konê sersaxiyê hat vedan. Malbatên sivîlên ku jiyana xwe de di teqînê de ji dest dan wiha gotin:"Em ê li dijî zihniyeta dagirker bejnê netewînin. Em ê Minbicê ji dagirkeran biparêze."   Ji bo gelê sivîl ku di teqîna Minbicê de jiyana xwe ji dest dan, konê sersaxiyê hat vedan. Malbatên sivîlên ku jiyana xwe de di teqînê de ji dest dan wiha gotin:"Êrîşên li dijî gelê Minbicê li dij nirxên mirovahiyê ye. Em ê li dijî êrîşkar û dagirkeran têkoşîna xwe bidomînin."   'Çi gunehê zarokan heye?'   Meta zarokê 16 salî yê bi navê Read El-Kurdî yê ji Gundê Hacê, Fitêm Îsa wiha got:"Ma ev ne sûcê mirovahiyê ye ku zarokan qetil dikin. Zarokê birayê min çi gunehê wî hebû? Çi gunehên zarokan heye? Em van kiryarên li dijî mirovahiyê şermezar dikin. Em dibêjin dagirkerên ku bi xwîna zarokan xwe xwedî dikin ew ê xeyalên xwe nikaribin pêk bînin."   'Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin'   Meta zarokê 16 salî yê bi navê Read El-Kurdî yê ji Gundê Hacê, Yaziyê El-Îsa jî wiha got:"Dagirkerên ku wicdanê wan tune ye, aramî û ewlehiya gelan her hedef digirin. Dê hesabê vê yekê bê pirsîn û zalimên dagirker dê cezayê bikişînin. Em ê zarokên xwe qet ji bîr nekin û dev ji têkoşîna xwe bernedin."   'Ev ne mirovatî ye'   Jina bi navê Sureya El-Abdullah jî wiha got:"Ev zihniyeta ku jin û zarokan hedef digirin em lanetê li wan tînin. Ev kiryarên ku tên kirin ji îslamiyetê dûr e. Ev ne mirovatî ye. Em ê li dijî vê zihniyetê li berxwe bidin. Em ê li dijî zihniyeta dagirker bejnê netewînin. Em ê Minbicê ji dagirkeran biparêze. Êrîşên li dijî gelê Minbicê li dij nirxên mirovahiyê ye. Em ê li dijî êrîşkar û dagirkeran têkoşîna xwe bidomînin."