ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2019'AN 2019-01-20 09:02:06   *Piştî ku Efrînê hat dagirkirin û şûnde êşên ku vê dagirkeriyê bi xwe re anîn berdewam dikin. Piştî dagirkeriyê li Efrînê qetilkirin, dijî û revandin berdewam dike. DÎMEN HEYE   * Namzeta Hevşaredariya Payîzava ya Wanê Rojbîn Akdag diyar kir ku di encama konsepta şer a di salên 90’î de ketiye dewrê neçar mane koç bikin û diyar kir ku tevlîbûna xebatên siyasî ji bo wê gelek girîng bûye û got: “Gelek karê me yê em bikin hene. Projeya me ya herî mezin şandina qeyûman e.”DÎMEN HEYE   *Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan jinên di dîrokê de ji aliyê zîhniyeta mêr ve hatin hepskirin, bi gotinên weke ‘cîranan nebîne, neçe cem malbatê, dernekeve derve, serê xwe bigire, şerm e, deriyê xwe bigire’ anî ziman û got ku wan tecrîda yekem jiyane û ji ber vê jî herî baş jin tecrîda li Îmraliyê fêm dikin. Ayşeyê bi lêv kir ku wê di nava her şert û mercî de têkoşîna xwe bidomînin. DÎMEN HEYE   * Şirnex a bi çand û dîroka xwe tê zanîn, avahiyên wê yên dîrokî bi xetereya tunebûnê re hatiye rû hev. Yek ji van avahiyan jî medreseya ku ji aliyê zanyarê Kurd Feqiyê Teyran ve hatiye avakirine.   *Jinên tevî bajarvaniyê kenveşopiya tenûrê didomînin, bi gelek qezayan re jî tên rû hev. Fehîme Peyan diyar kir ku xwişkek wê ketiye tenûrê û miriye. Fehîmeyê bi lêv kir ku ev kevneşopî divê bidome lê divê pêşî li qezayan jî bên girtin.DÎMEN HEYE   *Rojnamegerên ku kêlî bi kêlî Berxwedana Serdemê şopandin diyar kirin ku ew bûne şahidê serîhildanek ku di dîrokê deng vedaye û wiha gotin:"Armanca me ew bû ku em rastiya cîhanê ragihînin. Lê cîhanê çavên xwe ji vê rastiyê re girt."DÎMEN HEYE