Jinên Ciwan ji bo çalakiya Leyla Guven daxuyanî dan 2019-01-18 09:20:41   KOBANÊ-Yekîtiya Jinên Ciwan derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven de daxuyanî da û got:"Ji bo ev alozî bi dawî bibe divê demildest tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe."    Yekîtiya Jinên Ciwan derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta "Em di şexsê Leyla Guven de berxwedana zindanan slav dikin" hat hilgirtin. Daxuyanî li ber navedna Çand û hûnerê ya Baqî Xido ji aliyê endama Yeketiya Jinên Ciwan Gulîtsan Reşo ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   "Em di şexsê Leyla Guven de berxwedana zindanan silav dikin û dibêjin ku em ê heta ku tecrîd biqede çalakiyên xwe bidomînin. Divê tecrîda giran a li ser Rêber Apo bê rakirin û ev bêhiqûkî ji holê rabe. Azadiya Rêber Apo azadiya jinên ciwan e."    Daxuyanî bi dirûşma 'Bê Serok jiyan nabe' bi dawî bû.