Selwa Mihemed: Em jinên Kurd ên leheng ji bo xwe mînak digirin 2019-01-18 09:04:15   Cûd El-Rebah   REQA - Jina ji Reqayê Selwa Mihemed anî ziman ku ew piştî ku bi saya şervanên jin ên Kurd û QSD'ê ji DAÎŞ'ê rizgar bûn şûnde hewl dide ku di her qadên jiyanê de çalak be û got:"Jinên Kurd jêhatî û leheng in. Ji bo jiyanek azad û aram em jinên Kurd ên leheng û jêhatî ji bo xwe mînak digirin."   Endama Mala Jinê ya Gundê Xatûniyê yê Reqayê bi lêv kir ku ew niha ji bo rêxistinbûyina xwe xurt bikin, têkoşîna xwe mezin bikin ew dixebitin û wiha got:"Dema DAÎŞ'ê Reqa dagir kir, êrîş û zilim li jinan kir. Niha jinên ku hatin rizgarkirin hewl didin ku di her qadên jiyanê de xwe pêş bixin. Ji bo jin hêviyê xwe mezin bikin di nava piştevaniyeke xurt de ne."   'Ji bo jin di her mijarê de çalak bin em hewl didin'   Endama Rêveberiya Jinê ya Reqayê Selwa Mihemed anî ziman ku ew ji bo alîkariyê bi hemû jinên Reqayê bikin dixebitin û wiha got:"Me wekî mala jinê heta niha 148 dozên derbarê jinan de ên ku gihaştine ber destê me ji wan 47 heb çareser kiriye. Jinên ku di bin zilma DAÎŞ'ê de hatibûn çewisandin ji bo çareseriyê me deriyê xwe li wan vekirin. Wekî rêveberên Mala Jinê ji bo jin xwe di qada perwerdeyê de pêş bixin xebatên me çê bûn. Her wiha em difikirin ku dirûngehekê jî vekin da ku jin di warê dirûtinê de jî xwe pêş bixin. Ji bo jin di her mijarê de çalak bin em hewl didin."    'Em jinên Kurd ên leheng ji bo xwe mînak digirin'   Her wiha Selwayê bal kişand ser lehengiya jinên Kurd û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Berî ku jinên Reqayê bên rizgarkirin di bin êrîş û zilmek mezin de bûn. Lê niha li ser esasên pergalek wekhev xwe bi rêxistin dikin. Dema DAÎŞ'ê Reqa dagir kir, êrîş û zilim li jinan kir. Niha jinên ku hatin rizgarkirin hewl didin ku di her qadên jiyanê de xwe pêş bixin. Ji bo jin hêviyê xwe mezin bikin di nava piştevaniyeke xurt de ne. Ev yek jî bi saya şervanên jin ên Kurd û QSD'ê bû. Jinên Kurd jêhatî û leheng in. Ji bo jiyanek azad û aram em jinên Kurd ên leheng û jêhatî ji bo xwe mînak digirin."