'Em ê xwedî li têkoşîna Rêber Apo derkevin' 2019-01-18 09:03:11   Şêrîn Zêrevan   QAMIŞLO - Jinên Navçeya Tirbespiyê derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKKL'ê Abdullah Ocalan de dan zanîn ku ji bo tecrîd rabe ew her di nava hewldanê de ne û wiha gotin:"Tecrîd pêkanînenek dijhiqûqî ye û zilm e. Em vê zilmê û dijhiqûqiyê qebûl nakin. Em nasekinin û em ê her xwedî li têkoşîna Rêber Apo derkevin."   Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome. Têkildarî mijarê de jinên Navçeya Tirbespiyê ya Qamişloyê nerazîbûnên xwe anîn ziman û wiha gotin:"Bi tecrîda giran îradeya bi milyonan mirovî hedef tên girtin. Tecrîd çiqas hebe bila hebe em ê her bi îradeya xwe ya xurt li berxwe bidin û nehêlin neyarên me bigihêjin armanca xwe."   'Divê herkes peywira xwe ya wicdanî bi cih bîne'   Dayika Berxwedêr Dilo, Hediya Mihemed diyar kir ku tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan ji hişê wê naçe, her roj di bîra wê de ye û wiha got:"Gelê Kurd ê azadîxwaz û dostên wan li Kurdistanê û li derê cîhanê di nava çalakiyan de ne. Ji bo tecrîda giran rabe têdikoşin. Leyla Guven û gelek girtiyên li girtîgehan ji bo tecrîda giran rabe bedena xwe dane ber birçîbûnê. Divê herkes dengên aştî û demokrasiyê yên ku ji girtîgehan bilind dibe bibihîse. Divê herkes peywira xwe ya wicdanî bi cih bîne."   'Em ê xwedî li têkoşîna Rêber Apo derkevin'   Xwişka Berxwedêr Welat, Esma Ehmed bi lêv kir ku Abdullah Ocalan her ji bo aştiyê têkoşiyaye û wiha got:"Rêber Apo her dem wekheviya gelan, aştî, aramî û azadî parastiye. Li dijî dijminên mirovahiyê li ber xwe daye. Di şexsê Rêber Apo de êrîşek mezin li ser gelê Kurd tê kirin. Çi dibe bila bibe em ê her xwe li ser esasên felsefeya Rêberê xwe bi rêxistin bike. Em çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û hemû girtiyên di girtîgehan de slav dikin û em dibêjin em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin wan.Tecrîd pêkanînenek dijhiqûqî ye û zilm e. Em vê zilmê û dijhiqûqiyê qebûl nakin. Em nasekinin û em ê her xwedî li têkoşîna Rêber Apo derkevin. Bi tecrîda giran îradeya bi milyonan mirovî hedef tên girtin. Tecrîd çiqas hebe bila hebe em ê her bi îradeya xwe ya xurt li berxwe bidin û nehêlin neyarên me bigihêjin armanca xwe."