ROJEVA 18'Ê ÇILEYÊ 2019'AN 2019-01-18 09:00:00   *Di derbarê salvegera berxwedana serdemê de jinên Şehbayê da zanîn ku berxwedana serdemê di dîrokê de deng veda û wiha gotin:"Hêzên navneteweyî û zihniyeta dagirker tenê berjewendiyên xwe difikirin. Loma li Efrînê demokrasî, wekhevî û aştî hedef girtin. Cîhanê jî temaşe kir. Dê berxwedana serdemê her di xeyalên me de zindî bimîne." DÎMEN HEYE   *Jinên Navçeya Tirbespiyê derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKKL'ê Abdullah Ocalan de dan zanîn ku ji bo tecrîd rabe ew her di nava hewldanê de ne û wiha gotin:"Tecrîd pêkanînenek dijhiqûqî ye û zilm e. Em vê zilmê û dijhiqûqiyê qebûl nakin. Em nasekinin û em ê her xwedî li têkoşîna Rêber Apo derkevin."DÎMEN HEYE   *Jina ji Reqayê Selwa Mihemed anî ziman ku ew piştî ku bi saya şervanên jin ên Kurd û QSD'ê ji DAÎŞ'ê rizgar bûn şûnde hewl dide ku di her qadên jiyanê de çalak be û got:"Jinên Kurd jêhatî û leheng in. Ji bo jiyanek azad û aram em jinên Kurd ên leheng û jêhatî ji bo xwe mînak digirin."DÎMEN HEYE   *Jinên Efrînê diyar kirin ku ew li dijî êrîşan tu carî serî natewînin û gotin:"Em wekî gelê Efrînê di nava piştevaniyê de ne. Bi hewldana me û têkoşîna me hêviya me mezintir dibe."DÎMEN HEYE   *Gelên Tirkiyeyê dê 31’ê Adarê biçin ser sindoqan. Têkîldarî hilbijartinê jinên Colemêrgê nirxandin kirin. Jinan bang li her kesî kir ku  di 31’ê Adarê de xwedî li vîna xwe derbikevin û bi hişmendiya ku hesap bipirsin biçin ser sindoqan. BI DÎMEN   *Fîlîz Buluttekîn a di encama polîtîkayên koçberiyê yên dewletê de li Amedê bicih bû di 2016’an de ji ber pevçûn û qedexeyan dîsa koç kir û niha namzeta hevşaredariya Sûrê ye. Fîlîzê got di demên dawî de çand û dîroka Sûrê hedef hatiye girtin.DÎMEN HEYE   *Endama DAKP'ê Ceylan Aslan a ji Amedê tevlî ‘Hevdîtina Stenbolê’ bû diyar kir ku tevî zext û êrîşan têkoşîn bilind bûye û wiha got: “Em li dijî tecrîdê çûn hevkariyê. Me biryar da ku em nameyê ji Leyla Guven re bişînin û piştevaniya bi wê re mezin bikin.”DÎMEN HEYE   *Endama ATO Dr. Fîlîz Unal diyar kir ku grevên birçîbûnê yên li girtîgehan ketine astek krîtîk û wiha pê de çû: “Ji bo me ya herî krîtîk rojên navbera 45-75’an e. Hêza dil dikeve, rîtma dil xera dibe. Tişta herî zêde em jê ditirsin ev e.”   *Jinên Amedê diyar kirin ku li dijî bihabûna jiyanê meaşê asgarî jî helyaye û diyar kirin ku di bin sînorê xizaniyê de dijîn û gotin: "Bila ew rojekê bi pereyê li me rewa dibînin bijîn em ê wan bibînin."DÎMEN HEYE   *Dersîm Dag a HDP’î ji bo mîtînga ‘Demokrasî, Azadî û Edalet’ ya wê sibehê li Amedê pêk bê bang kir û diyar kir ku divê hemû gel bi dirûşma ‘Leyla Guven mafdar e û divê tecrîd rabe’ beşdarî mîtîngê bibe. DÎMEN HEYE   *Parêzvana mafên mirovan Ozgur Mollaîbrahîmoglu ku dema 12’ê îlonê vegot bi lêv kir ku divê her kes li dijî tecrîdê bibe yek û wih got: "Di 12’ê îlonê gelek kesên ji îdolojiyên cuda li dijî 12'ê Îlonê wê demê di daxwazên xwe yên hevpar de bûn yek û têkolîn meşandin. Îro jî divê ku bi heman rengî li dijî îktîdarê mûxalîf xwe bikin yek û têkoşînê bidin." BI DÎMEN