Parêzeran ji bo li qawîşê serdana Leyla Guven bikin serlêdan kir 2019-01-17 14:31:01   AMED - Ji ber ku Leyla êdî nema kare derkeva hevdîtina parêzerên xwe parêzaran ji bo li qawîşê serdana wê bikin serî li dozgeriyê dan.   Çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokrtîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 71'emîn de berdewam dike.Ji ber ku Leyla êdî nema kare derkeva hevdîtina parêzerên xwe parêzaran ji bo li qawîşê serdana wê bikin serî li dozgeriya gitîgehê dan.   Li gorî agahiyên ku ji parêzernan hatin girtin derbarê rewşa Leylayê de ev agahî hatin dayîn: "Vê sibehê êşa Leylayê ya mîdeyê bê halî û serêşa wê zêdetir bûye. Êdî gelek kêm dikare vexwarinê jî vexwe û tansiyona wê jî daketiye 8,5'an. Sibê û êvarê tansiyona Leylayê tê girtin. Ji ber ku Leyla ji bêhalî nikare derkeve hevdîtinê me serlêdan kir ku em biçin li qawîşê wê bibînin."