Tirkiyê nûçegihana Hollandî dersînor kir 2019-01-17 14:05:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiyê nûçegihana serbest a Hollandî Ans Boersma dersînor kir.   Li gorî nûçeya  BBC'yê ya beşa tirkî hat diyarkirin ku nûçegihana rojnameya aboriyê ya Het Fînancîeele Dagblad (FD) a Tirkiyê ku li Hollanda weşanê dike, Ans Boersma hatiye dersînorkirin. Nûçegihan duh li rêveberiya biyaniyan ku çûbû dema mayina xwe ya li  Tirkiyê dirêj bike, hate girtin. Piştî wê nehate hiştin ku Ans biçe malê û heta sibehê li qereqolê hate hiştin.   Anas vê sibehê bi balafirê şandin hollandayê.