Qyûmê Şaredariya Nisêbînê gel bêzar kiriye 2019-01-17 09:13:44   MÊRDÎN - Hat îdiakirin ku şaredariya Nisêbînê ya ku qeyûm tayînî wê hatiye kirin  û xizmeta ji bo gel jî rawestyaye di vê pêvajoyê de 6 trîlyon hatiye deyndarkirin û ji ber deynê heyî li navçeyê tu xebat nayên meşandin.   Şaredariya Nisêbînê ku 3 sale bi qeyûm tê birêvebirin, hat îdakirin ku di vê pêvajoyê de 6 trîlyon deynkiriye. Lê li gel vî deynê ku hatiye kirin jî ji navçeyê re tu xebat nehatiye kirin.   Her der ax e   Qeyûm di îlona 2016’an de hat tayînkirin û di vê pêvajoyê de du caran qeyûm guherî. Niha Mehmet Balikçilar qeyûm e û gel nikare bikevin şaredariyê. Ji roja qeyûm hatiye navçeyê her der di nav axê de ye û gel li dijî rewşê bi bertek in.   Kolan û peyarê nayên çêkirin   Gelê Nisêbînê bi lêv kir ku tenê li kolanên mezin xebat hatiye kirin û li gelek taxan peyarêyên hatine rakirin bi hefteyan nehatiye çêkirin û kolan hemû di nav axê de mane. Welatiyan bi lêv kir ku bi derfetên xwe peyarê çê kirine.   Îdiaya 6 trîlyon deyn   Li gorî agahiyên hatine kirin ku şaredariya ku her tim îhale û projeyan digire, di vê pêvajoyê de 6 trîlyon deynê wan çê bûye.