Li Hezroyê 2 kesên hatin binçavkirin hatin girtin 2019-01-15 13:50:22   AMED - Ji 23 kesên ku piştî qedexeya derketina derva li Licêî, Hezro û Karazê hatin binçavkirin 2 kes hatin girtin.   Li navçeyên Amedê, Licê, Hezro û li Karazê qedexeya derketina kolnan hatibû îlankirin û duh bişev hatibû rakirin. Li gundê Helhel yê Hezroyê duh bi ser malan de hatibû girtin û di nav de zaroka 2 salî 6 kes hatibûn binçavkirin.    Ji kesên ku hatin binçavkirin Mulkiye Tekîn, Ruken Tekîn, Feyzî Tekîn, Roza Tekîn (2 salî) serbest hatin berdan û Hasan Tekîn û Yahya Tekîn ji ber ku berê dosya derbarê wan de hene hatin girtin.